Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin 2021-11-10 16:50:52   HATAY - Dozger bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” derbarê parêzer Hakan Mazman ceza xwest.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di sala 2016’an de parêzer Hakan Mazman ê endamê Baroya Hatayê ji ber parvekirinên di hesabê xwe yê medya civakî de bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” doz hat vekirin. Rûniştina dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îskenderûnê hat lidarxistin. Mazman ê negirtî darizandin beşdarî rûniştina duyemîn a dozê bû û parêzerên wî amade bûn. Dozger derbarê dozê de biryara xwe da û xwest ku Mazman were cezakirin. Mazman li dijî mutala ango biryara dozger parastina xwe kir û got wî mafê xwe yê rexneyê bikar aniye û di parvekirina wî de heqaret nîne. Mazman xwest were beraetkirin.    Parêzerên wî jî parastina miwekîlê xwe kirin û xwestin were beraetkirin.    Dadgehê rûniştina dozê taloqî 30’ê mijdarê kir.