Doza Kobanê: Derbarê parêzerên danişînê protesto kirin de gilî hat kirin 2021-11-11 12:10:03   ENQERE - Şandeya dadgehê periyodê rûniştina Doza Kobanê neguhert. Li ser vê yekê parêzer beşdarî rûniştinê nebûn. Dozger xwest derbarê parêzeran de gilî were kirin.    Danişîna 6’emîn a Doza Kobanê bi rûniştina 3’yemîn berdewam dike. Di doza ku 21 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.    Parlamenterên HDP’ê beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî tên darizandin û parêzeran mazeret nîşan da û beşdarî dozê nebûn.    Danişînê bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Serokê dadgehê diyar kir ku parêzeran û siyasetmedarên tên darizandin mazeret ji wan re ragihandine.    DOZGER XWEST GILIYÊ PARÊZERAN WERE KIRIN    Pişt re dozger daxwaza mazerete red kir û mazereta yên ji ber tenduristiyê ragihandine qebûl kir. Dozger xwest derbarê parêzerên beşdarî danişînê nebûne gilî were kirin. Dozger xwest şertê kontrola edlî ya derbarê siyasetmedarên negirtî tên darizandin berdewam bike û biryara girtina siyasetmedarên girtî jî berdewam bike da.    Serokê dadgehê ji bo amadekirina biryara navberê heta saet 14.00’an navber da danişînê.