Qedexeya derketina derve ya rojnameger Evren ranekirin 2021-11-11 12:13:05   AMED - Di danişîna doza rojnameger Kîbriye Evren de, dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derve red kir.    Li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, 14'emîn danişîna doza ku bi angaşta "endamtî û propagandaya rêxistinê" li rojnameger Kîbriye Evren hatibû vekirin hat dîtin. Rojnameger Evren tevlî danişînê nebû lê parêzerên wê Pîrozhan Karalî û Resûl Tamûr li danişînê amade bûn. Serokê dadgehê, da zanîn ku li ser daxwaza wan ji bo dosya doza Evrena li Mersîne ji wan re bersiv hatiye lê ji ber ku dozname nehatiye şandin dosya careke din hatiye şandin.    Piştî vê agahdarkirinê mafê axaftinê ji parêzerên Evren re hat dayîn.  Parêzeran xwest kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û daxwaza kirin ku ji bo berdewamkirina xebatên xwe yên rojnamegeriyê qedexeya derketina derve ya li ser muwekîla wan bê rakirin. Piştî parêzeran dozger jî xwest ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin.    Piştî girtina daxwazan heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir. Heyetê, biryar da ku ji 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mersînê re careke din muzakere bê nivîsandin û bê xwestin ku wê destûr bê dayîn ku dosya li ber destê dadgehê bi dosya wan re be yekkirin û doznamey lê bê zêdekirin.     Dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derve ya ji bo Evren jî red kir.