Emîne Şenyaşar: Ez ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim? 2021-11-11 12:58:15   RIHA - Emîne Şenyaşar ku bi angaşta heqaret li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz lê hatiye vekirin, ev tişt got: "Ez ê sibê ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adarê de dest pê kiribû di roja 248'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li "Goşeyê edalaetê yê malbata Şenyaşar" dest bi nobetê kirin.     'EZ Ê SIBÊ DERKEVIM PÊŞBERÎ DADGERAN'   Emîne Şenayaşar, diyar kir ku wê sibê derkeve danişîna doza ku bi angaşta heqaret li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye lê hatiye vekirin û wiha got: "Beriya 3 sal û 5 mehan li ber çava komkujiyek pêk hat, lê li holê doza vê tune ye. Ez e sibê derkevim pêşberî dadger. Ez ê sibê ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim." Rewşa min her ku diçe girantir dibe. Bla qeydên li nexweşxaneyê derkevin holê, kî sûcdar be bila cezayê xwe bikişîne. Êdî bes e."   DANIŞÎN SIBÊ YE   Wê danişîna doza ku li Şenyaşar hatiye vekirin sibê saet 14.00'an de li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Rihayê bê dîtin.