Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt 2021-11-11 15:25:19   AMED - Cenazeyê Nevîn Dînç a di sala 2016'an de li Geverê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, 5 sal şûnde radestî malbatê hat kirin.   Cenazeyên endamên YPS û YPS-Jin ên di dema qedexeya derketina kolanan a sala 2016'an a li navçeya Geverê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn, bêyî ku agahî bidin malbatên wan wê demê li goristana bêkesan a Erziromê hatibûn veşartin. Malbata Nevîn Dînç (Bêrîtan Amed) ku li Geverê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, gelek caran hewl da cenazeyê keça xwe werbigire, lê di her carê de encam wernegirt.      Malbatê di mehên borî de ji bo cenazeyê keça xwe werbigire bi rêya parêzerên xwe serlêdanek nû kirin, ji bo lihevhatina encamên DNA'yê cenaze aydî Dînç derket. Di encama li hevhetina xwînê de cenazeyê Dînç 5 sal şûnde radestî malbata hat kirin.     Malbatê cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan a Erziromê wergirt û ji bo veşêre ber bi Amedê ve derket rê.