Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin 2021-11-11 15:37:37   MERSÎN - Rêxistinên mafê mirovan û hiqûqê, ragihandin ku wê ji bo tundiya li girtiyê ji sedî 90 berasteng Şaban Kaygûsûz hatiye kirin bikevin nav hewldanên hiqûqî.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mersînê û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê  (Çukurova TUHAY-DER), ji bo girtiyê ji sedî 90 berasteng Şaban Kaygûsûz ku ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan Qeyseriyê hatibû kirin li Şaxa OHD'ê ya Mersînê daxuyanî dan. Li ser navê rêxistinên Îbrahîm Kaya axivî û diyar kir ku li ser binpêkirinên mafên wî heyeteke ku ji parêzeran pêk tê çûye girtîgehê.    Di berdewamê de Kaya, serpêhatiya Kaygûsûz vegot û ev tişt anîn ziman: "Di bin kontrola dewletê de mehmeleya xerab a li girtiyekî nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne sûc e. Berdewamkirina vê nêzikatiyê sûcê daîmî ye. Em ji vir rêveberiya Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan Qeyseriyê û hemû peywirêdarên cemaweriyê yên îşkence li li kaygûsûz kirine hişyar dikin! Tiştên hatine kirin dijî qanûnan e û sûc in. Kesên ku tevlî vî sûcî bûne û çavê xwe jê re girtine wê zû dereng derkevin pêşberî hiqûqê û hesab bidin. Weke parastvanên maf, em ê ji bo hesabê sûcên li dijî Kaygûsûz hatine kirin bipirsin bikevin nav hewldanên hiqûqî."