Emîne Şenyaşar: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim 2021-11-12 09:07:28 RIHA - Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê sibê 250 rojên xwe temam dike. Emîne Şenyaşar bang kir: "Ji malbata min 3 kes kuştin. Em jî li vira, li ber edliyeyê dimirin. An bila me bigirin, an me bibin cem kurê min û an jî bila kurê min berdin. Berê bimirim dixwazim kurê xwe bibînim."  Parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji malbata Şenyaşarê 3 kes kuştibûn. Piştî vê dayik Emîne Şenyaşa rû kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê "Nobeta Edaletê" dabûn destpêkirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê sibê 250 rojên xwe temam dike.    Dayik Emîne Şenyalar û kurê wê Ferît Şenyalar cardin daxwazên xwe anîn ziman.    DU DAXWAZ   Ferît Şenyaşar, bibîr xist ku gava dest bi Nobeta Edaletê kirin ji demsalan bihar bûye, lê niha hindik maye demsala zivistanê bê. Şenyaşar, anî ziman ku gava dest bi nobetê kirin texmîn nedikirin ku dê ev qasî dirêj bajo û got: "Ji lew re daxwazên me pir zelal in. Me got ger tirkiye dewleteke hiqûqê be, çi hewce be dê di cî de bike û em ê jî jiyana xwe ya asayî bidomînin. Em bi du daxwazan hatin vira; birayê min Fadil 3 sal û nîv in belesebeb girtiye. Xwe parast, lê ji ber zextên siyasî 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Berdana birayê min daxwazeke me ya ku em tawîz jê nadin. Daxwaza me yya duyem jî; vekirina dosyeya têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê ye ku bi biryareke veşarî tê parastin. Bavê min û birayê min, li nexweşxaneya dewletê, li ber çavê karmendên saziyeke dewletê hatin kuştin."    MA QEY EM NE WELATIYÊN VÎ WELATÎ NE?   Şenyaşar, destnîşan kir ku daxwazên wan daxwazine hiqûqî ne û got: "Dozger ji dêvla ku daxwazên me pêk bînin, ketine etra 'em ê vê malbatê çawa ji vir rakin.' Ji bo me ji vir rakin tu rêbaz nema neceribandin. Em gelek caran bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin. Çûn peyvek ji zêmarên dêya min kirin hincet û doz vekirin. Li avahiya edliyeyê li ser odeya dozger navê wî heye, lê 4 meh in ew ne li wir e. Betlaneyeke bêdem dane wî. Gava em dikevin hundirê avahiyê, serdozger di deriyê paş re direve. Çima kes guh li me nake? Ma qey em ne welatiyên vî welatî ne?"   KEVIRBÛNA NIHA QELIŞÎBÛ   Şenyaşar, destnîşan kir ku ji ber ku doza edaletê dikin 250 roj in zilm li wan tê kirin û got: "Serdozgerê ku her roj di ber me re diçe û tê vê zilmê dibîne. Li vira, li dewsa dêya min kevir bûna, niha ji zû de qelişîbû. Tevahiya Tirkiyeyê vê zilmê temaşe dike. Madem nahêlin dozger peywira xwe bikin, nexwe bila dozger îstifa bikin."    Şenyaşar, anî ziman ku bi saya serdanên piştgiriyê li ser pêyan e û got: "Em bi piştevaniya gel li ser pêyan e. Em bihêvî ne. 8 meh in em li vira ne. Erê rayedar hê tu gav neavêtine, lê em ê hêvîşikestî nebin."    Şenyaşar, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê Nobeta Edaletê bidomînin û got: "Heya ev zilm hebe em ê ji bo edaletê biqîrin."    ‘QEY HÊSIRÊN ÇAVÊN MIN NABÎNIN?'   Dayika Emîne Şenyaşar jî bal kişand ser tenduristiya xwe ya ku her diçe xirabtir dibe û got: "65 salî me. Diviyabû li malê li ce neviyên xwe bûma, lê 250 roj in têm ber avahiya edliyeyê. Nikarim li malê rûnêm. Êdî bes e, ma qey hêsirên çavên min nabînin? Êdî bes e, bila dayik bes bigirîn."    'MIRIN BE BILA LI VIR BE'   Şenyaşar, anî ziman ku heya dest bi Nobeta Edaletê nekiribûn tu nexweşîn lê peyda nebûbûn û got: "Ji malbata min 3 kes kuştin. Em jî li ber edliyeyê dimirin. n bila me bigirin, an me bibin cem kurê min û an jî bila kurê min berdin. Ez her roj ji bo kurê xwe digirîm. Berê bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. " Dayik Şenyaşar, doza ku bi hinceta "heqaret" li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê lê hatiye vekirin bibîr xist û got: "Ên zarokên min kuştin bi rihetî digerin. Rayedar dizanin kê komkujî kiriye. Lê ji dêvla ku dest bidin wan, radibin dozê li me vedikin. Heya edalet pêk neyyê ez ji vir naçim, mirin be bila vir be."    MA / Emrûllah Acar