Di rêça Belarûs-Polonyayê de 'borseya penaberan' 2021-11-12 09:08:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîmên otorîter ku penaberan wekî piyonan bi kar tînin, bi vê re gefê li Ewropayê dixwin. Belarûs jî wekî Tirkiyeyê tacirtiya penaberan dike û li benda alîkariyeke YE'yê ye.    Hikûmeta Belarûsê ku penaberan ji Rojhilata Navîn tîne û wan li sînorê Polonyayê dide sekinandin, dixwaze Ewropayê bi krîza penaberan 'bêararam" bike. Bi taybetî jî tê gotin ku Serokê Dewletê yê Belarûsê Lukaşenko, vê yekê li dijî mueyîdeyên ji bo wî tên danîn dike. Ji xeynî vê tê gotin ku tiliya Rûsya û Tirkiyeyê di vê krîza çêker de heye.    Rageşiya di navbera rejîmên otorîter û Rojavayê cîhanê de didome. Portreyên wekî Pûtîn, Erdogan û Lûkaşenko hewl didin ku bibin 'Homo Deus' û bi vî awayî naxwazin himehima hêzên rojavayî bê wan. Yanî divê di hundirê pêlavê de kevir tune be. Li hemberî mueyîdeyên dewletên rojavayî teknîkine cuda yên têkoşînê qewî dikin. Sermeselê, Rûsya bi gaza xwezayî ya ku difiroşe Ewropayê dixwaze Rojavayê têxe hîzayê. Helbet di hangara (embar) rejîmên otorîter de gelek çekên cuda hene. Yek ji vana jî penaber in. Penaberên ku di nava çakûç û sindanê de mane, a rast koçî xaka kesên ku li herêmên wan şerê wekaletê dane destpêkirin dikin. Di vî warî de berpirsiyariyeke mezin jî ya dewletên ewropî ye. Çîna sermayeyê ya rojavayî ku Rojhilata Navîn kiriye qada şeran, ferd veguherandin 'penaberan' û hema bibêje ew kirin êm û avêtin ber semasiyan (otokrat). Heya demokrasiya rojavayê azweriya nirxa-zêde ya çîna xwe ya sermayeyê lixav neke, pêşîlêgirtina pêldariya penaberan ne pêkan e. Koçberiya ji derdorê ber bi navendê ve, wekî rasteqîniyeke civakî li ber Rojavayê ye.    ‘BELARÛS VEGUHERÎ DEWLETA PARYAYÊ'   Penaberên ku ji Belarûsê ber bi sînorê Polonyayê ve tên 'şandin', wekî cannon fodder (eskerên di şer de tên kambaxkirin) tên bikaranîn. Rojnamevana belarûsî Hanna Lûîbakova, di vî warî de ji sînorê Polonyayê û ji Mînksê agahiyên girîng radigihîne. Lîûbakova, diyar dike ku Lûkaşenko penaberan wekî dîlgirtiyan bi kar tîne û jiyana wan ber bi xetereyê ve hêl dike û her diçe Belarûs vediguhere 'dewleteke paryayê.' Hanna Lîûbakova, destnîşan dike ku rejîma Lûkaşenko karta penaberan wekî amûrekê bi kar tîne û li hemberî Rojavayê êrişeke hîbrîtî dike. Lîûbakova, derpêş dike ku hêzên eskerî yên Belarûsê bi zanebûnî nahêlin penaber bi rêyên qanûnî derbasî Polonyayê bibin. Rojnamevan Lîûbakova, angaşt dike ku acenteya turîzmê Tsentrkurortê di asasê xwe de xizmeta serokatiya dewletê ya Belarûsê dike. Lîûbakova, diyar dike ku rêvebiriya Lûkaşenko di Gulana 2021'ê de hin peyman bi ereban re çêkirine û ev ajans 'qaçaxçîtiya penaberan' dike.    JI BO TIRKIYEYÊ HEYE JI BO BELARÛSÊ TUNE YE   Helbet krîza penaberan, ne mijareke ku tenê bi Belarûsê bê sînordarkirin. Tê nîqaşkirin ku li paş vê krîza çêker Rûsya û Tirkiye hene. Di vî warî de hin daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê S. V. Lavrov di malpera nûçeyan a bi navê russian.rt.com'ê de hatin weşandin. Lavrov, di daxuyaniyên xwe de diyar dike ku YE, di warê meseleya penaberan de dustandardiyê dike û fînansa ji bo Tirkiyeyê tê dayîn, divê ji bo Belarûsê jî bê dayîn. Ev daxuyanî jî nîşan dide ku ya rast Rûsya bi çavê 'bazirganiyê' li meseleya penaberan mêze dike. Yanî tê xwestin ku borseyeke penaberan bê çêkirin. Şîrketa Rêhewayê ya Tirkiyeyê (THY) û şîrketa rêhewayê Aeroflot a Rûsyayê, peydakerên vê borsayê ne. Nanê nû yê otokratan penaber in.    RÊÇA PENABERAN DIHOK; STENBOL Û MÎNKS   Tê dîtin ku piraniya penaberan ji Iraq û Sûriyeyê ne. Nûçegihanên The Gurdianê hevdîtin bi 7 penaberên ku ber bi gundê Grodzîsk ê Polonyayê ve diçûn kirine. Tê bilêvkirin ku çendî ku dinya pir sar e û daristanên li herêmê çirav in jî, penaberan 3 caran hewl daye sînor derbas bikin. Em hîn dibin ku di nav van penaberan de keçeke 8 salî û kurekî 2 salî jî hene. Di vê nûçeya The Gurdianê de tê diyarkirin ku ev kes ji Dihokê hatine. Dayika zarokên navbirî Amîla Abedelkader diyar dike ku acenteya turîzmê berê wan daye Belarûsê. Li gor vê yekê ya ku bi balafirê çûna ji Stenbolê ber bi Mînksê ve organîze dike heman acenteya turîzmê ye. Gava digihên Belarûsê jî nêzî 15-20 hezar eûro didin.    MA / Îsmet Konak