Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe! 2021-11-12 09:08:21 ŞIRNEX - Deriyê Medreseya Sor a dîrokî nêzî du salan e bi hinceta "restorekirinê" ji gel re girtî yê.    Medreseya Sor a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 3 hezar sal beriya niha di serdema mîrên Cizîra Botan de hatiye avakirin, sal û 11 meh in bi hinceta "restorekirinê" ji gel re girtî yê. Xebata restorekirina medresê ku gelek alim lê hatine gihandin, di 30'ê îlona 2019'an de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Weqfan a girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ve bi 4 milyon û 42 hezar û 289 TL'yî hatibû destpêkirin û dîroka qedandinê wê weke 31'ê îlonê 2021'an hatibû diyarkirin. Lê rexmî ku di ser vê dîrokê re dem derbas bûye jî deriyê medresê hê jî nehatiye vekirin û xebatên restorekirinê lê bi dawî nebûne. Hat diyarkirin ku xebata restorekirinê ji bo 3 mehan hatiye dirêjkirin.    DERIYÊN MEDRESEYÊ SALEK Û 11 MEHIN JI GEL RE GIRTIYE   Medreseya Sor a ku her sal ji derveyî welat ziyaretvanên wê hene, ev sal û 11 meh in kesên ku ji bo ziyaretê tên navçeyê, ji ber restoreyê bêyî ku medreseyê bibînin ji navçeyê vediqetin. Gelê Cizîrê ji dirêjkirina xebatên restorekirinê bi gazin in. Di nava gel de tê angaştkirin ku di bin navê nûkirinê de li hûndirê medresê de li zêran tê gerandin. Welatiyên ku malên wan li derdora medresê ne, diyar kirin ku bêriya niha Qeyumê Cizirê jî xwestiye ku medresê ziyaret bike, lê bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nehatiye dayin ku ev ziyarete pêk bê.    'DI HÛNDIRÊ MEDRESÊ DE LI ZÊRAN DIGERIN'   Welatiyeke ku nexwest ku navê xwe bide ev agahî dan:" Di hundirê medresê de tûnelek hatiye kolandin. Ev tûnel di destpêka xebata restorekirina medresê de hatiye vedan. Ev 2 sal in çima ev xebate bi dawî nabe? Ji ber vê xelas nekirin."   Em dema ku dixwazin ji derve wêne û dîmenên Medreseya Sor bikişînin, ji aliyê xebatkaran ve tên hîşyarkirin û ji me tê xwestin ku ji derdora Medresê dur bikevin.    MA / Zeynep Dûrgût