Kesayetek ku ji Şêx Seîd heta Şoreşa Rojava têkoşiyaye: Yusif Gulo 2021-11-12 12:22:52   QAMIŞLO - Yusif Gulo yê 85 salî di êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû. Birayê wî Ehmed Gulo ji bo birayê xwe wiha got: "Yusif Gulo kedek mezin da doza têkoşînê. Her digot ‘Ez ê li trêna yekem siwar bibim û biçim heta rawestgeha dawî’.”    Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê di encama êrişa Maşîneya Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) ya aydê Tirkiyê ku pêk anî de, Yusif Gulo yê 85 salî û neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokan bigire heta navsereyan û kal û pîran her kesî Yusif Gulo li Qamişlo nas dikir. Ew kesayetek naskirîbû û wek rûspîyek Malbat Gulo û Qamişlo bû. Mala Gulo yek ji malbatên ku bi welatparêziya we tê nasîn e. Çîroka binemala Gulo ku bi têkoşîniya xwe tê nasîn xwe dispÂere salên dûr û dirêj.    PIŞTÎ ÎSYANÊ ÇÛNE BINXETÊ    Binemala Gulo bi eslê xwe ji gundê Çalê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ne. Ew ji herêma Omeriyan e. Piştî serhildana Şêx Seîd yek ji wan malbatên ku hatine sirgûnkirinê ne. Mala Gulo ewilî diçin gundên ser sînor pişt re jî diçin navenda Qamişloyê yanî bi gotinek din mişextî binxetê bûne. Vê binemala welatparêz qet tu demê ji nasname û hebûna xwe ya welatparêziyê tavîz neda. Yusif Gulo yek ji wan kesayet û têkoşêrên welatparêz ê Rojavayê Kurdistanê ye. Wî hevaltiyê bi nivîskar û rewşenbîrê kurd Osman Sebrî re kiriye û gelek caran li mala Gulo bûye mêvan. Gulo, Osman Sebrî û hevalên wan din li ser xeta welatparêziyê têkoşiya ne. Yusif Gulo di salên 1980'yî de PKK û Rêberê wê Abdullah Ocalan nas dike. Yusif Gulo di van salan de gelek caran hem li Sûriyê hem jî li Lubnanê bi Ocalan re rûdinê û radibe û hevdîtinan pê re dike.    BEŞDARÎ PKK’Ê BÛN    5 ferdên malbata Gulo ku beşdarî PKK’ê dibin di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest didin. Lawên Yusif Gulo, Mistefa û Sebrî Gulo, biraziyên wî Serbend Gulo, Sebriyê Biçûk (Dara) û Baran Gulo di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest didin.    DI ŞOREŞA ROJAVA DE LI REFÊN PÊŞ BÛYE    Malbata Gulo di serdema Şoreşa Rojava de li refên pêş ên şoreşê de cih digirin û 8 ferdên malbatê dibin cangoriyê xaka xwe. Navê neviyên Yusif Gulo yên ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Nureddîn, Sebriyê Biçûk (Îsa), Elî, Nureddîn (Davut), Gulan, Baran, Mazlum ve Mihemed.    LI HER BIHOSTÊ LI DIJÎ DIJMINÊ XWE SEKINÎ   Birayê Yusif Gulo, Ehmed Gulo diyar kir ku piştî berxwedana Şêx Seîd weke malbat sirgûnî Rojava hatine kirin. Gulo diyar kir ku birayê wî yê mezin Yusuf Gulo jî pêşengiya rêxistina partiyên kurdî li Rojava kiriye. Gulo da zanîn ku piştgirî dane gelek partî û pêkhateyên ku hatine avakirin û got: “Yekemîn kongreya ku Osman Sebrî û hevalên wî di sala 1965’an de li dar xistibûn, li mala Yusuf Gulo hate lidarxistin. Di temenekî biçûk de beşdarî têkoşînê bû. Li her cihê ku şoreşgerên Kurd çek li hember dijmin rakiribûn, Yusif Gulo tevî birayên xwe û kurên xwe li kêleka wan sekinîn. Piştî darbeya 80’yî li Tirkiyeyê gelek şoreşgerên Bakur hatin vir. Yusif Gulo bi wan re li pêş bû. Heya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hat jî ev bû. Rêber Apo girtin û radestî tirkan kirin. Pişt re gelek tişt qewimîn û têkoşînê berdewam kir.”   KESAYETEK KURDISTANÎ BÛ    Gulo da zanîn ku kekê wî di heman demê de pêşengiya Şoreşa Rojava ya ku li Rojava pêk hat kiriye û di avakirina PYD'ê ya beriya şoreşê de hatiye avakirin de jî bi awayekî aktîf cih girtiye. Gulo anî ziman ku zarok û neviyên Gulo yek bi yek tevlî nava refên azadiyê bûne û wiha got: “Malbata me bedelên mezin dane. Gelek şehîdên wî hebûn. Hem zarokên wî û hem jî biraziyên me din şehîd bûn. Malbat bi tevahî tevlî têkoşînê bûye. Ji ber vê yekê Yusif Gulo ji berê ve dihat naskirin û weke kesayetek Kurdistanî dihat naskirin.”   BI TRÊNA EWIL BER BI RAWESGEHA DAWÎ VE…    Gulo anî ziman ku Yusif Gulo û 2 neviyên wî wê rojê dema ji sersaxiyekê dihatin ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyê ve hatin şopandin û bombebarankirin û wiha got: “Ew û du neviyên xwe şehîd bûn. Dema dengê teqînê hat, hemû Qamişlo herikîn cihê ku lê hatibûn gulebarankirin. Mîna ku ew biçin Serhildanan, bi lez û bez çûne cem wan. Xwedî li nirxên xwe derketin. Dema ez çûm ser wan min ew nas nekir. Min Yusif ji saeta di destê wî de nas kir. Min Mazlûm ji kembera wî, Mihemed jî ji zincîra ku wêneyê Rêber Apo li serê bû nas kir. Ew hîn jî li gel min in. Bi vî awayî min ew nas kirin. Îro Tirkiye ji ber têkçûna xwe gelê Kurd yê welatparêz dike hedef. Ev ji ber serkeftina Kurdan tê. Gelê Kurd hemû mafên xwe bi dest dixe. Û bedelên giran dide. Yek ji wan jî Yusif Gulo bû. Kedekî wî ya mezin hebû. Soz dabû gelê xwe. Her tim digot, 'Ez ê li trêna ewil siwar bibim û biçim heta rawestgeha dawî'. Temenê wî 85 salî bû, lê xwe ji tu serhildanan dûr nexist. Spas ji bo gelê me yê Rojava. Weke ku pêşengê me yê di zindana Amedê de têkoşiya Mazlûm Dogan jî got, ji berxwedanê pê ve tu rê nemaye. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin 'berxwedan jiyan e'."   Yusif Gulo û neviyên xwe Mezlûm û Mihemed li Şehîdgeha Delîl Saruxan a bajarê Qamişlo bi beşdariya deh hezaran kes hatin veşartin.    MA / Nazim Daştan