Kurtulan: Li girtîgehan hovîtî diqewime 2021-11-12 13:29:39   ENQERE - Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Fatma Kurtulan a HDP’yî diyar kir ku li girtîgehan hovîtî diqewime û girtî li dijî vê ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin.    Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ku ji parlamenterên HDP, CHP, Partiya ÎYÎ, MHP û AKP’ê pêk tên ji bo li pirsgirêkên girtiyan guhdar bikin, serdana girtîgehan kirin. Ev serdan nêzî du mehan e pêk tê û heta niha serdanên girtîgehên li Wan, Kayseriyê, Şakran, Sîncan û Konyayê kirin. Şandeya vê komîsyonê hem bi girtiyan re hem jî bi rêveberiyên girtîgehan re hevdîtin kirin.    ‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE ÎŞKENCEXANEYÊ’    Endama Komîsyonê Fatma Kurtulan a HDP’yî da zanîn ku “jimartina li ser piyan” carek din li girtîgehan ketiye meriyete û got: “Girtî bi sepanên lêgerîna tazî û jimartina ser piyan re rûbirû dimînin. Girtiyên van sepanan qebûl nakin, bi îşkence û lêdanê re rûbirû dimînin. Li girtiyan ji bo ku rapora halê baş werbigire, qawîşên serbixwe li wan tê ferzkirin. Her cûre mafên girtiyan tên binpêkirin û sepanên kêfî hene. Li girtîgehên jinan gelek jin nexweş in nayên dermankirin. Jinên girtî hem tên tacîzkirin hem jî tên cezakirin. Li ser hêcetên kêfî berdana girtiyên cezayên wan qediyan e, tê taloqkirin. AKP her roj dibêje îşkence nemaye. Lê belê me div an serdanan de carek din dît ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê. Her devera Tirkiyê veguheriye îşkencexaneyê. Girtiyan digot ‘em diçin tedawiyê me bi kelemçekirî dibin. Ev rûmeta girtiyan dişikînin. Bi hezaran girtî hene û gelek nexweş in, lê bijîşk li hepsan nîne. Girtî nayên dermankirin. Xwarina wan gelek xerab e. Paqijî nîne. Zextên kêfî gelek in. Heke ev hemû ne îşekence bin lê çi ne? AKP’yî hêj li hepsan li askiyê filîstînê digerin. Dema wê bibînin difikirin ku îşkence heye. Hişê wan wisa dixebite. Em van hemûyan wek îşkenceyê dibînin. Hovîtî li girtîgehan diqewime. Girtî li dijî van sepanan ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin.”