Dosyeyên wan heman in lê cuda cuda hatin darizandin 2021-11-12 16:54:36   AMED - Rûniştina doza Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û Endama Meclîsa Şaredariya Gêlê Bahara Karakaş Ulug hatin lidarxistin û her çiqas ji dosyeyekê tên darizandin jî rûniştin cuda cuda hat lidarxistin.    Hevşaredara Çinara Amedê Necla Tamrîş  û Endama Meclîsa Şaredariya Navçeya Gêlê ya Amedê Bahar Karakaş Ulug li 5’ê nîsana 2021’an de di çarçoveya lêpirsîna li ser Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi îdiaya “endamên rêxistinê ne hatibûn girtin û di 16’ê hezîranê de hatibûn berdan. Tamrîş û Ulug li heman dadgehê lê belê cuda cuda hatin darizandin.    Rûniştina dozê ya Tamrîş û Ulug li 10’emîn Dageha Cezayê Giran a Amedê hat lidarixstin. Tamrîş beşdar nebû û parêzerên wê amade bûn.    Dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin. Serokê dadgehê danişînê taloqî 22’yê sibata 2022’yan kir.    Bahar Karakaş Ulug jî li heman dadgehê hat darizandin. Ulug û parêzerê xwe Yusuf Çakas beşdarî dozê bûn. Piştî parastinan dadgehê rûniştina dozê taloqî 9’ê sibata 2022’yan kir.