ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-13 09:00:10 *  Nûnerê Sendîkaya Xwendekaran a Mêrsînê Îpek Arapoglû, diyar kir ku ji ber ku hejmara wargehên xwendekaran kêm e, xwendekar di xaniyên bi kirê de dimînin û got: "Em ji bo debarê xwe hem diçin dibistanê hem jî dixebitin." * Amediyan bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku dolabên wan vala ne û sedem avê jî balafirên şer in ku her roj li ser serê wan difirin û digerin.   * Parlementerê YNK'ê Zîkrî Zêbarî, destnîşan kir ku penaberên li sînorê Polonya-Belarûsê ji ber polîtîkayên PDK'ê terka welêt kirine û got: "Kesên ne endamên PDK'ê ne xwedî mafên hevwelatiyê ne."    * Platforma Jinan a Îzmîrê, dê di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Li dijî êrişên rêxistinkirî têkoşîna rêxistinkirî" dakeve qadan û meşeke girseyî li dar bixe.    * Girtiyê nexweş Eser Morsumbul ku ji sedî 70 rapora wî ya astengdariyê heye û wezaretê ji bo wî gotiye"bi awayekî rêk û pêk diçe nexweşxaneyê", ragihand ku wî nabin nexweşxaneyê.    * Di ser azadkirina Şingalê re 6 sal derbas bûn, lê hê jî êriş didomin. Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen, got:  "Ên ku revîn û çûn wê careke din bi wan lingên xwe yên qirêj nekevin Şingalê. Wê gel li hemberî vê bi hêzeke xurt bisekine. Wê gel rihê xwe bide, lê axa xwe nede."   * Dayikên cizîrî ku bi salan e li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne, bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî cenazeyan dan û xwestin cenazeyên malbatên li Sêmalkayê bên dayîn.     * Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar di roja 250'emîn de berdewam dike.    * Komeleya Wêjekarên Kurd wê li Amedê bi nivîskarên kurd re hevdîtinê bike. (11.00)   * ÎHD û xizmên windayan wê 666' emîn çalakiya xwe a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê û li Êlihê jî li avahiya komeleya xwe li dar bixin. (12.00)    * Dayîkên Şemiyê jî ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza cezakirina faîlan dê li ser onlinê 868’emîn çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. (12.00)    * Têkildarî 25’ê Mijdarê dê li Şirnex, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (13.00-17.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 375'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyê bide. (13.00)    * TOHAV dê ji bo salvegera Medet Serhat ê ku 27 sal berê hat qetilkirin foruma bi navê “Li Tirkiyeyê parêzerên kurd ên hatine qetilkirin û rastiya hiqûqê ya li Tirkiyeyê” li dar bixe. (13.00-16.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 503'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)