Zêbarî: Ji ber polîtîkayên PDK'ê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê nemaye 2021-11-13 09:07:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê YNK'ê Zîkrî Zêbarî, destnîşan kir ku penaberên li sînorê Polonya-Belarûsê ji ber polîtîkayên PDK'ê terka welêt kirine û got: "Kesên ne endamên PDK'ê ne xwedî mafên hevwelatiyê ne."  Cîhan ev çend roj e drama penaberên li sînorê Polonya-Belarûsê temaşe dike. Piraniya van penaberan ji Herêma Kurdistana Federe ne. Welatiyên ji ber betalî, xizanî, bêedaletî, zext û zoriyên hikûmeta Herêma Kurdistana Federe hewl didin derbasî Ewropayê bibin bi rojan e li sînorê Polonya-Belarûsê di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Heya niha li sînorê Polonya-Belarûsê herî kêm 10 penaber jiyana xwe ji dest dane.    Penaberê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ê Parlementoya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe Zîkrî Zêbarî, diyar kir ku berpirsiyarê vê dramê hikûmeta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe ye.    ÊN PDK'YÎ...   Zêbarî, destnîşan kir ku berpirsiyarê vê yekê hikûmeta Herêmî ya Kurdistana Federe ye. Zêbarî, diyar kir ku bi taybetî welatiyên ji herêma Behdînanê bi êrişên hêzên PDK'ê re rû bi rû dimînin û rojnamevan, mamoste û karmend jî di nav de gelek kes hatine girtin û ya tê kirin dijî têkoşîna ji bo maf û hiqûqê ye. Zêbarî got: "Kesên ne endamên PDK'ê ne xwedî mafên hevwelatiyê ne. Nikarin mafên xwe bi dest bixin. Yanî kesên ne endamên PDK'ê ne bi ciyawaziyeke mezin re rû bi rû dimînin."    CIWAN BÊHÊVÎ NE   Zêbarî, destnîşan kir ku li Herêma Kurdistana Federe neheqî û bêedaletiyek pir mezin heye û got: "Ciwan êdî ji bo pêşerojê bêhêvî ne. Mirov ji hikûmetê bawer nakin. Ji ber neheqî û bêhiqûqîtiya li vira mirovên me hewl didin koçî deverine din bikin. Ji ber ku bêhêvî bûne, dibin penaber."    Zêbarî, ji bo welatiyên li sînorê Polonya-Belarûsê jî diyar kir ku ji bo hay ji rewşa wan çêbibin pêşniyaznameyek pêşkêşî parlementoya Kurdistanêkirine.    BÊEDALETÎ   Zêbarî, destnîşan kir ku Herêma Kurdistana Federe di warê petrolê de herêmeke dewlemend e û divê ev yek bandorê li aboriya welêt jî bike.    Zêbarî got: "Ez parlementerek im, lê nizanim dahata petrolê diçe ku derê. Ji ber ku mekanîzmayeke kontrolkirinê tune ye, em nizanin ev dahat bi ku de diçe. Em nizanin dahata petrolê ji bo çi û kî tê xerckirin. Lê tê zanîn ku ji sedî 60-70'yê vê dahatê ji bo hin oartiyên siyasî û hin kesan tê xerckirin. Heger dahata petrolê bi awayekî adil bihata belavkirin an jî sazî û mekanîzmayeke cuda hebûna, dê mirov nedana ser rêya koçberiyê û dê li Kurdistanê bimana."    MA / Omer Akin