Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP 2021-11-13 09:14:24 ŞIRNEX - Dayikên cizîrî ku bi salan e li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne, bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî cenazeyan dan û xwestin cenazeyên malbatên li Sêmalkayê bên dayîn.  Li herêma Xelîfan a Herêma Federal a Kurdistanê, di 29’ê Tebaxê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn 2 HPG'iyên birîndar bûbûn jî paşê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan ku 2 meh in di destê PDK'ê de ne, radestî malbatên wan nayên kirin. Dayikên Aştiyê yên Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nesrîn Temir û Yusif Îbrahîm bigirin, li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dayikên ku bi salan e li benda cenazeyên zarokên xwe ne bertek nîşanî vê helwesta PDK'ê dan.     7 SALIN BENDA CENAZEYÊ KEÇA XWE YE    Hiznê Aslan ku keça wê Hacer Aslan di dema qedexeya derketina derve de di jêrzêmînên Cizîrê de hat kuştin û cenazeyê winda ye, anî ziman ku ew bi salan e li benda cenazeyê keça xwe ye û wiha axivî: "Di jêrzemînên Cizîrê de li ber çavên dinyayê zarokên me bi kîmyasalê qetil kirin. Dinyayê hemû çavên xwe û guhên xwe li me girtin. Her kesî xwe ker kir. Lê em li pey hestiyên zarokên xwe ne. Heta ku ez sax bim, ez ê ji bo cenazeyê Hacerê bitêkoşim. Ez ê doza cenazeyê keça xwe bikim. Ev 7 sal in cenazeyê keça min wenda ye. Me 2 caran ji bo cenaze xwîn daye. Lê dibêjin cenaze ne di destê me de ye. Dewletê ew bi kimyasalê kuştin. Piştî ew kuştin cenazeyên wan jî avêtine."   'JI NEYARÊ ME BÊTIR TÎNE SERÊ ME'    Aslan, ji bo cenazeyên endamên HPG'ê yên di destê PDK'ê de ne û PDK'ê wan nade malbatên wan jî anî ziman ku Barzanî bi vê pêkanînê careke din dijminahiya xwe ya li hemberî gelê xwe îlan kiriye û wiha dom kir: "Ji bo me çi ferq û cudahiya Barzanî û dewleta tirk nema ye. Zilma ku Barzanî li gelê xwe dike, ji ya AKP'ê bêtir e. Em wî şermezar dikin. Ew navê kurdatiye heq nake. Ew ji neyarê me bêtir tîne serê me. Ev bi rojan e, mehan e dayik li ber deriyê sînor di çalakiyê de ne. Tenê daxwaziyeke wan heye, ew jî teslîmgirtina cenazeyan e. Cenazeyê wan bide wê çi ji wan bibe? Em piştgiriyê didin wan dayikan. Êşa me û wan hevpar e. Em hisret in ku goreke ji zarokên xwe re çêbikin. Çi bibe bila bibe, tu tişt ji zarokên me ne girîngtir e. Piştî ku zarokê me çûn me bikujin çi ye. "   'BILA HIŞÊ XWE BÎNE SERÊ XWE'    Yek ji cenazeyê wenda jî cenazeyê  Mehmet Halîl Dûrmûş e. Cenazeyê Dûrmûş ji sala 2016'an vir ve wenda ye.    Dayika Dûrmûş, Hatîce Dûrmûş jî bertek nîşanî vê helwesta Barzanî da û got: "Kurê min li Şingalê jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk û Barzanî destûr nedan ku em biçin cenazeyê xwe bînin. Dewlet 50'î caran bêtir hat ji me pirsa kurê min kirin. Ji min re digotin, me bihistiye ku hatiye malê. Her carê diavêjin li ser malê û li kurê min dipirsin. Min ji wan re got, 'Hestiyê kurê min bûn ax.' Ji min re gotin, 'Ne rast e agahî ji me re hatiye û li malê ye.' Piştre dîsa li ser mala me de girtin. Ji bo ku birîna me kûr bikin wiha dikin. Ji me re gotin, 'Heta ku hûn cenaze neynin em ê we wiha aciz bikin.' Min ji wan re got, 'Destûr bidin ez ê sibê biçim cenazeyê xwe bînim.' Lê destûr nadin. Erdogan niha hemû Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Barzanî rê da Erdogan. Îro dora me ye, sibê dora Barzanî ye. Ew tişta ku îro tîne serê kurdan wê sibê bê serê wî jî. Bavê Barzanî jî ji Kurdistanê re rast nebû. Ev heta îro jî didome. Wê kurê wî jî û neviyên wî jî wisa xwedî vê zilmê bin. Îro Barzanî pey PKK'ê ketiye. PKK kî ye û Barzanî kî ye? Em hemû birayên hev in. Em dibêjin biratî ew dibêje birakujî. Em dibêjin aşitî û ew dibêje neyartî. Bila hişê xwe bîne serê xwe û bes vê zilmê bike. Hê heta îro jî gerîlayan xeletiyek li Barzanî nekiriye. Li hemberî wan nesekînî ye. Wê heta kengî wisa bidomîne. Êdî bes e. "    'HEGER WIJDANA WAN HEBE WÊ BIDIN'    Dayika Aşitiyê Fatma Elîş jî got: "Divê PDK wan cenazeyan bide. Ew zarok zarokên me ne. Mala Barzanî tu caran girîngî nedaye gelê xwe. Heger qedir û qîmet bida kurdan wê cenazeyên wan radestî malbatên wan bikira. Heger wijdana wan hebe wê bidin. Bi daxwaza Tirkiyeyê Barzanî cenazeyan nade. Tirk dikare her tiştî bike, çimkî neyarê me ye. Lê tişta ku Tirkiye dike Barzanî nikare bike. Em heta dawiyê piştgiriyê didin dayikên ku di çalakiyê de ne. Bila cenazeyan bidin."    MA / Zeynep Dûrgût