Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa 2021-11-13 11:38:16 RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê 250 roj in didomîne bi gotina “An edalet an îstîfa” bertek nîşanî desthilatê da.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 250’î de didome. Malbata ku ji ber dawiya heftê ye çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir.    Malbatê di peyamê de wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 250’î de didome . Sedemê bilindbûna dolar a 10 lîreyî ne aborî ye, rêveberiya xerab e. Revîna sermayeyê ya ji bêhiqûqiyê ye. An edalet an îstifa.”