Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir 2021-11-13 11:55:57 RIHA - Parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba bal kişand ser tiştên hatine serê malbata Şenyaşar û got: “Ji bo ku min wî wextî got ‘terorîst’ min şerm kir. Xwedî sebrê bide wan. Dilê min diêşe.”    Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba li Rihayê beşdarî qenalek televîzyona xwecihî bû û mijarên di rojevê de nirxand. Fakibaba bal kişand ser tiştên hatine serê Malbata Şenyaşar jî. Malbata Şenyaşar di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de sê ferdên xwe winda kiribû.    ‘MIN ŞERM KIR’    Fakibaba da zanîn ku ji bo roja komkujî pêk hatiye û wî wek êrieş “terorîstî” binav kiriye şerm kiriye û got: “Li Pirsûsê bûyera ku qewimiye ku gotin bûyera terorê min şerm kir. Ez li navenda giştÎ geriyam, min got bûyera li Pirsûsê ne bûyera terorê ye. Ez berê çûm wê dikanê. Min li videoyan temaşe kir. Malbata Şenyaşar min gelek xweşik pêşwazî kiriye. Ji bo ku di roja ewil a bûyerê de min got ‘terorîst’ min gelek şerm kir. Ji bo ku serokkomar nebêje ‘teror’, ji bo ji her du aliyan re jî sersaxî bixwaze min hişyarî da.   ‘DILÊ MIN DIÊŞE’    Fakibaba bal kişand ser çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar û wiha got: “Xwedê sebrê bide Emîne Şenyaşar. Dilê min diêşe. Agir bi agir nayê vemirandin. Divê meriv avê li agir bike. Xwezî tiştek wiha neqewimiya.”