Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin 2021-11-13 13:05:05   RIHA -  Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglû di roja 250'emîn a Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar de peyameke bi dîmen weşand û got: "Divê her kes qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar bibihîze."   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû ji ber ku Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 250’emîn de ye bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) peyamek bi vîdeo weşand.    Gergerlîoglû di peyama xwe ya vîdeoyê de bal kişand ser qetlîama ku li malbata Şenyaşar hat kirin û got: “Li Rihayê trajediya malbata Şenyaşar didome. Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê diqîr e, Nobeda Edaletê digirin. Li hemberî neheqî û neheqiyeke mezin nobeda edaletê digire.    Ji malbata Şenyaşar 3 kes hatin qetilkirin. Li gel van hemûyan jî pêvajoyeke darazê ya neadil didome. Doza ku malbata Şenyaşar a têkildarî qetlîama li nexweşxaneyê tê xwestin hê jî nehatiye vekirin. Fadil Şenyaşar hê jî di bin şert û mercên pir giran de di girtîgehê de ye. Pêvajoyeke darazê heye ku desthilatdariyê diparêze.   Tevî hemû tiştên qewimîne jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît brexwedana xwe ya li ber Edliyeya Rihayê diomînin. Weke kesekî ku berê Nobeda Edaletê li dijî neheqiyan girtiye, ez piştgiriyê didim nobeda malbata Senyaşar û diyar dikim ku li kêleka wan me. 250 roj di ser re derbas bûn hîn jî dengê edaletê dernakeve. Bila her kes qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar bibihîze.”