Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe 2021-11-13 13:29:47   AMED - Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay li Amedê serdanan kir û got: “Em pêşbînî dikin ku pêvajo tê dê desthilatdarî were hilweşandin.”    Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Bariş Atay di çarçoveya bernameya partiya xwe “Rêyek heye” ji bo serdana bajaran, li Amedê wê seranserî rojê serdana welatî û esnafan bike. Atay ewilî li cafeyek Amedê bi rojnamevanan re civiya. Atay di civînê de xivî û wiha got: “Em ê seranserî rojê serdana esnaf û welatiyan bikin. Em pêşbînî dikin ku pêvajo tê dê desthilatdarî were hilweşandin.”    ‘KURDISTAN HEYE’    Atay bersiva pirsa “Kurdistan” ku rojnamevanan kir da û got. “Rastiya navê herêmek dîrokî heye û nabe ku were înkarkirin. Her welatiyên li vir dikare bêje Kurdistan.”    ELÇÎ BIBÎR ANΠ   Atay piştî civîna bi rojnamevanan re derbasî ber Minareya Çar Ling a ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê hat qetilkirin bû û qerenfîl danî cihê ku Elçî lê hatibû kuştin û ew bibîr anî.     Atay û yên li gel wî pişt re derbasî semta Ofîsê bûn û li Kuçeya Hunerê serdana esnaf û welatiyan kirin. Atay li pirsgirêkên esnafan guhdar kir.