Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn 2021-11-13 14:09:52   STENBOL - Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, di hefteya 868’an de aqûbeta Hakki Kaya yê 25 salin winda ye pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin, di hefteya 868'an de çalakiya xwe li ser onlinê pêk anîn. Dayikên şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hakki Kaya yê di 16’ê mijdara 1996'an de li Amedê hat windakirin pirsîn.    Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Maside Ocak, diyar kir ku Kaya 47 salî bû û wiha got: “Bavê 8 zarokan bû. Kaya di 16’ê mijdara 1996'an de dema li gel 2 hevalên xwe li nava bajêr bû, bi texsiya Toros a plakeya wê 06 EKN 22 hat revandin. Kesên sivîl ku xwe wekî polîs dan nasîn Kaya revandin. Piştî Kaya revandin ji bo îfadeya wî bigirin birin Qereqola Polîsan. Malbat piştî Kaya hat revandin çûn Qereqola Polîsan. Lê rayedaran gotin ‘Me ne biriye, ne li cem me ye’ û red kirin. Malbatê serî li Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan da. Malbatê serî li hemû rayedaran da. Lê encam bi dest nexistin.”    'BILA BERSÛC BÊN DARIZANDIN'   Ocak, bal kişand ser hevpeyvîna Abdulkadir Aygan ê di sala 2004’an de da Rojnameya Ozgur Gundemê û wiha lê zêde kir: “Di rojnameyê de Aygan, anî  bû ziman ku Hakki Kaya li Fermandariya Koma JÎTEM’ê ya Amedê hat kuştin.  Li ser vê yekê malbatê serî li Şaxa ÎHD’ê da. ÎHD’ê jî lêkolîn kir. Piştî lêpirsînê malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Piştî  lêkolînê hestî hatin dîtin. Lê DNA yên hestî û malbatê li hev nehat. Em dixwazin ku aqûbet û rastiya Hakki Kaya bê ronîkirin û bersûc bên darizandin.”