Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike 2021-11-13 15:30:09   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Eser Morsûmbûl bê berdan û diyar kir ku ew nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya komeleyê ya li Taksîmê 503’yemîn çalakiya xwe ya hefteyî ya “Rûniştina F” li dar xist. Endamên komîsyonê bal kişandin ser rewşa Eser Morsûmbûl a vê hefteyê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T a Jimara 1’an tê girtin.    NEXWEŞÎNÊN WΠ   Endama Komîsyonê Sîbel Çapraz ragihand ku Morsumbul ê 36 salî bi nexweşînên pençeşêrê, têkçûna gurçikê ya kronîk, helandina hestiyan, serêşiya bênavber, kêmxwînî û zona re rûbirû ye. Çapraz diyar kir ku Morsumbul jî ji ber dermanên ku bi kar aniye bi nexweşiya gurçikê ya kronîk ketiye. Çapraz da zanîn ku ji bo Morsumbul di sala 2016'an de neqla gurçika wî hatiye kirin lê beriya ku sax bibe hat girtin.    HEVDÎTINA DAWΠ   Çapraz hevdîtina dawî ya di navbera Morsumbul û dayika wî Ayten Morsumbul de wiha parve kir: "Kurê min Eser di van demên dawî de bi lez û bez dest bi kêmkirina kîloyan kir. Di kontrolên dawîn ên doktor de hat dîtin ku kêmxwînî û zona wî heye. Ji ber vê yekê ew nexweş e. Di nava êşeke bê tehemul de ye, beşeke mezin ji laşê wî kul û birîn e, her derê wî werimiye lê wî nebirin nexweşxaneyê. Lê parêzerê wî yê ku di hevdîtina bi parêzer re ev yek dît, hevdîtinê qut kir û hat girtin. Piştî hevdîtina bi midûr re çû nexweşxanê. Li wir jî tenê dermanên derziyê dan. Dema ku ez çûm serdana dawî, min dît ku kurê min heta şaneka çavên xwe birîn e. Li ser eniya wî û serê wî. Ez bi fikar im. Tu şensê kesên wek Eser û Eser bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin nemaye. Divê kurê min demek zûtirîn were berdan."   'BILA CENAZEYÊ WÎ DERNEKEVE’    Dayika Morsumbul Ayten Morsumbul, anî ziman ku li girtîgehan ji bo girtiyên nexweş "bîra bêbinî" kolandine û wiha got: "Kurê min ji min re got, 'Dayê, pir li min sar. Ji min re faroniyên stûr bişîne. Kurê min pir nexweş e. Heke neyê tedawîkirin wê bikeve rewşa sikratê. Ez naxwazim cenazeyê kurê min ji hepsê derkeve.”