Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê 2021-11-13 15:58:23   ÎZMÎR -  Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê diyar kir ku rewşa girtiyê nexweşê giran Tamer Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e girantir bûye û banga berdana wî kir.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tamer Kalkanli yê ku vê hefteyê li Girtîgeha Elmalî ya Antalyayê girtî ye. Tevî endamên ÎHD'ê dayika girtî Ayten Kalkanli jî beşdarî daxuyaniya li ber Sûmerbanka Berê ya li navçeya Konakê bû.   Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî da û diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê ji aliyê hejmara girtiyan ve serdema herî qelebalix a dîrokê dijîn û ev rewş bi xwe re binpêkirinên mafan ên dijwar jî tîne. Aydin diyar kir ku girtiyên nexweş ên herî giran mexdûrên binpêkirina mafan in û Tamer Kalkanli jî yek ji wan e û wiha got: "Li gorî rapora astengdariyê ya ku di sala 2015'an de ji aliyê Nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylûlê ve ji Tamer Kalkanli re hat dayîn, rêjeya seqetbûna sîstema rehikan. ji sedî deh e, nexweşiyên derûnî, giyanî ji sedî 80 û seqetbûn jî ji sedî 45 ji ber nefrolojî, şewata mîzê, hîpertansiyon û zirara gurçika çepê ya piştî kêran di sala 2012’an de ye. Li gorî hemû raporên hatine dayîn Kalkanli ji sedî nod astengdar e. Tevî vê yekê jî wî bernadin û girtî ye. Ev îşkence ye û dijmirovî ye. Bi awayek rêkûpêk dermanên wî nadinê. Divê ew birêkûpêk dermana bikar bîne. Rêveberiya girtîgehê li hemberî wî muameleyek xerab nîşan dide. Divê ew demildest were berdan.”   Ayten Kalkanli jî destnîşan kir ku êdî kurê wê hatiye wî halî ku nikare pê re biaxive û ji ber tedawiya wî nayê kirin rewşa wî giran dibe.