Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-11-13 16:41:30   ÊLIH - Şaredarê Êlİhê Edîp Solmaz ê dema li ser peywîra xwe bû hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ku di 12’ê Mijdara 1979’an de bi cînayeteke “kiryarê wê nediyar” hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Çamlica hat bîranîn. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm şûna wê hat tayînkirin, malbata Solmaz, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê û aktivîstên TJA’yê beşdarî bîranînê bûn.    Bîranîna ku wêneyên Solmaz hat hilgirtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, diyar kir ku di salvegera 42’yemîn a salvegera qetilkirina Solmaz de wî bi rêzdarî bi bîr tînin û dazanîn ku Solmaz di 28 rojan de ji bo şaredariyan pratîkeke ku bibe mînak bi rê ve bir.    ‘HIŞMENDIYA ÎNKARÊ BI QEYÛMAN DI MERIYETÊ DE YE’   Ûca ya qala têkoşîna Solmaz kir û wiha axivî: “Di ser qetilkirina Solmaz ê ku nirxê vî gelî parast re 42 sal derbas bûn, lê hişmendî hê jî bi heman rengî ye. Yên wê rojê qetil kirin, niha qeyûm xistine meriyetê. Hişmendiya dewletê ya bêbawerî her tim derdikeve pêş kurdan. Solmaz kesayetekî pêşeng e ku ji bo gelê bajêr xwe bi rê ve bibe. Felsefeya Solmaz a wê rojê ya ji bo şaredariyê, piştî sed salan jî wê bidome. Biryardariya wî ya têkoşînê wê dewam bike.”     Piştî axaftinan qûrnefîl danîn ser gora Solmaz.