ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-14 09:00:28     * Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê, herêm bi ewle û aram bûye û got: "ê Şengal çarenûsa xwe teslîm, tu kesî neke."    *  HDP û EMEP'ê bertek nîşanî birara Walîtiya Mêrsînê dan ku ji bo hemû daxuyaniyên çapemeniyê pîvana destûrê daniye. OHD'ê jî bibîr xist ku azadiya fikir û ramanê ku bi Qanûna Bingehîn û PMME'yê re hatiye temînatkirin, ne pêkan e ku bi destûrê ve bê girêdan.   * Girtiyên di Girtîgeha Kiriklarê de, diyar kirin ku zextên midûrê girtîgehê Hayydar Alî Ak, veguherîne îşkenceyê û ji bo vê bang li raya giştî kirin.    *  Rojnamevana rûs Marîanna Belenkaya ku çû sînorê Belarûs-Polonyayê, ragihand ku penaberên li Grodnoyê ji Herêma Kurdistana Federe hatine û ji rêveberiya herêmî nerazî ne.    * Hê jî kujerên dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmenê ku li Nisêbînê li ber deriyê mala xwe hatibû kuştin, nehatine dîtin. Malbata wê diyar kir ku Yeşîlmen bi guleyên dewletê hatiye kuştin û daxwazên xwe yên ji bo edaletê dubare kirin.   * Malbata Şenyaşar di roja 251'emîn de didome.    *Ji bo 25'ê Mijdarê wê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (11.00-19.00)   * Wê 3'êmîn kongreya awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi beldariya hevserokên KCD, DBP û HDP'ê li Eywana Dewetê a Kaplanê bê lidarxistin. (11.00-14.00)    * Meclisa Cîwanan a HDP'ê ya Îzmîrê, di çaçroveya kampanya "Em Tîryakê Bişikînin û Jiyana Nû Ava bikin" de li navçeya HDP'a Konakê hevdîtina cîwanan li dar bixe. (13.00)   * Wê Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel, wê li Stenbolê bi nûnerên Platforma Komeleyên Kurdistanê re bê gel hev. (13.00)    * Rêxistinên Ked û Demokrasiyê, bi şîara "Em nikarin debara xwe bikin" li Anitparqa Enqerê mitîng li dar bixin. (14.00)   *Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê, Rêxistina HDP'ê ya Enqerê, komên maf û baweriyan jî di nav gelek sazî wê li avahiya TümBelSen'ê Seyît Riza û hevalên wî bi bîr bînin. (14.00)   * Li Stenbol û Enqerê w rêxistinên sivîl û partiyên siyasî, di 84'emîn salvegera darvekirina wî de wê Seyît Riza û hevalên wî bi bîr bînin. (14.00-19.00)