'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke' 2021-11-14 09:02:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê, herêm bi ewle û aram bûye û got: "Wê Şengal çarenûsa xwe teslîm, tu kesî neke."    Di ser rizgarkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn. Piştî êrişên DAIŞ'ê ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de dest pê kirin, hêzên PDK û eskerên Iraqê yên peywira wan prastina bajêr bû, bêyî ku fîşekekê jî biteqînin terka bajêr kirin. Êzidiyên bê parastin haatin hiştin, di vê êrişa DAIŞ'ê jî ji hezaran kes ji wan hatin kuştin û di ser 6 hezarî re jî hatin revandin û bi hezaran jin jê jî bi destdirêjiyê re rû bi rû man û li bajarên koleyan hatin firotin. Hê jî nêzî 3 hezar êzidî winda ne.   Êzidiyên ku 12 Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo wan bûn sîper, piştî vekirina korîdorekê hatin xelaskirin. Êzidiyên ku paşê Yekîneyên Jin ên Şengalê (PJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin, navenda bajêr di 13'ê Mijdara 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Piştî azadkirina navenda bajêr, şengalî hêdî hêdî hatin. Şengaliyan piştî yekîneyên xwe yên parastinê ava kirin, di çaçroveya avakirinê de Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin. PDK û hêzên herêmî yên ku rêveberiya wxeser a li Şengalê tamûl nakin, tim êrişî bajêr dikin. Gelê êzidî jî li hemberî van êrişan xwe diparêze.   Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê rojnamevaniyê dike, tiştên piştî azadkirina bajêr qewimîn nirxandin.      'RÛPELEKE NÛ VEBÛ'    Rojnameger Êzidî, anî ziman ku ji dema rizgarkirina Şengalê heta roja îro li Şengalê atmosfereke pir erênî heye û wiha axivî: " Li  ser rizgarkirina Şengalê 6 sal derbas bûn.Di serî de ew kesên ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Di Şengalê de kedeke gelek mezin hate dayin. Di 13'ê Mijdara 2014'an de navenda Şengalê hat rizgarkirin. Piştî ku navenda Şengalê hat rizgarkirin di dîroka Êzidiyan de rûpeleke nû vebû. Civaka Êzidî ji nû ve dest bi jiyaneke nû kirin. Êzidiyên ku ji qirkirinê û fermana ji 74'an rizgar bûn, ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Bi taybetî ji bo rê li ber van fermana bê girtin Êzidiyan xwe bi rêxistin kir. Êdî Êzidiyan biryara xwe bi xwe rêvebirinê dan.Di Rojhilatanavîn de kêmineyên weke Êzidiyan  heger ne xwe bi xwe  parastina xwe bikin zehmetî çêdibin. Ji ber wê jî piştî sala 2014'an de gihiştine wê baweriyê ku heger ew xwe bi xwe neparêzin wê metirsiyeke  mezin a qirkirinê û tunekirinê li ser wan hebe.  Ji ber wê jî dest bi xwe rêxistinkirinê kirin.  Niha Şengal ji aliyê civaka Êzidî ve tê rêvebirin. Her wiha li Şengalê Rêveberiya Xweser a Şengalê heye. Sazî û dezgehên ku girêdahî wê hene. Bi taybetî jî di aliyê leşkerî de tên bi rêxistin kirin û di hêla  civakî de jî xîzmet tên dayin. Şaredarîyên di bin sîwana  Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de xîzmet didin.  Şengal bi vî şêwazî tê rêvebirin. "   'FIKRÊ PERGALA NETEWA DEMOKRATÎKE'    Rojnameger Êzidî, bi da zanîn ku  piştî fermanê li Şengalê aramiyek çêbuye û wiha dom kir: " Niha di Şengalî di bin ewlekariyeke herî baş de jiyan dikin. Niha ne weke berê ye. Hêzên ku Şengalê û Êzidiyan diparêzin zarokên Şengalê ne. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne ku ev bibe fermana dawî. Êzidiyan fikra ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin hilbijartine. Fikrê ku niha xwe pê rêve dibin, pergala netewa demokratîk e. Em di wê baweriyê de ne ku ev fikir wê pêşî li fermanan bigire. Êzidiyên ku niha li Şengalê jiyan dikin weke beriya fermanê dijin. Lê hema parastina wan  çawa tê kirin yan jî di aliyê sîyasî de çawa tên birêvebirin li gorî fermanê pir cudahî heye.Şengal, di aliyê parastinê de, di asta  herî baş de ye.  Şengalî ji fermanê vir ve êdî  rihet dikarin malên xwe de birazin. Çimkî ew bi xwe parastina xwe dikin."    'ÊZIDIYAN DITIRSÎNIN KU VENEGERIN ŞENGALÊ'    Êzidî, diyar kir ku Êzidiyên ku vedigerin Şengalê ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin û got: " Çiqas zext û polîtîkayên taybet li ser Êzidiyan bên meşandin jî li axa xwe venegarin. Heta niha li Şengal û gundên derdora wê 115 hezar  kes vegeriyan. Êzidiyên ku vegeriyan jî herî zêde xwe li Saziyên Meclîsa Xweseriya Demokratîk birêxistin dikin. Bi vî şêwazî hem rêveberiya xwe dikin û hem jî jiyana xwe di Şengalê de didomînin. Lê ji aliyê hin saziyên ji derve, bi taybetî jî ew cihên ku Êzidî di bin desthilatdariya PDK'ê de ne gelek zext li ser Êzidiyan hene. Raste rast ji Êzidiyan re nabêjin venegerin Şengalê,lê polîtîkayeke wisa didin meşandin ku Êzidî xwe bi xwe bibêjin em navegerin Şengalê. Hem şerê taybet ku li ser civaka  Êzidiyan didin meşandin ku bi riya dezgehên xwe yên ragihadinê û hem jî zextên ji aliyê rêveberiya wan ve li ser Êzidiyan didin meşandin. Bi vî rêbazî rê li ber vegera Êzidiyan digirin. Li ser raya giştî dibêjin ku divê Êzidî vegerin li ser Şengalê. Xwe wisa didin nîşandin. Lê pişt perdeyê de zext dikin ku Êzidî venegerin. Malbatek yan jî keseke ku di rêveberiya xweser de cih digire nikare biçe Duhok, Zaxo û bajarên ku di bin desthilatdariya PDK'ê de. Dema ku diçin jî rastî gef,zext û îşkenceyê tên. Kê li dijî DAIŞ'ê şer kiribe, PDK'ê bi hemû hêza xwe li dijî wê derketiye. Kesên ku li hemberî DAIŞ'ê şer kiriye bi zext û gefên PDK'ê re rû bi rû ye. Ev şoreş hatiye destpêkirin heta niha bi sedan ciwanên Êzidî ji aliyê dezgehên parastinê yên PDK'ê ve hatine girtin û îşkencekirin. Dema ku PDK li Şengalê jî ev zext li ser Êzidiyan hebûn. Ew fikra wan a beriya fermanê heta niha jî li ser Êzidiyan berdewam dike. Ji ber wê jî Êzidiyan ditirsînin ku nevegerin Şengalê."    'ŞENGAL ÇARENÛSA XWE TESLÎMÎ KESEKÎ NAKE'    Êzidî, da zanîn ku piştî bi cihbûna pergala xwe rêveberinê erîşên li ser Şengalê jî zêde bûn û wiha bi dawî kir: " Niha li ser Şengalê gef û zext didomin. Bi rojane jî zext û erîşên dewleta tirk û hevkarê wê PDK didomin. Ev erîşe bi taybetî jî li ser Êzidiyên ku xwe bi rêxistin kirine, tên meşandin. Kî demokrasî û azadiyê bixwaze dibe hedefa dewleta tirk û PDK'ê. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê Êzidî rê nedin ew hêzên ku xiyanet li wan kirin. Ne tenê Êzidî Şîî jî di Şengalê de hene. Em qasî ku dişopînin dibînin ku heger hêzek ku bi şêwazeke desthilatdarî bikeve Şengalê wê bê bersiv nemînin. Ne tenê Êzidiyên ku xwe bi rêxistin kirine jî wê pêkhatiyên din jî berxwe bidin. Bi taybetî jî di peymana 9'ê cotmeha 2020'an de herkes jî dizane hemû pêkhateyên Şengalê li dijî vê peymanê derketin û rê nedan ku PDK û hevkarên wê derbasî Şengalê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku wê civaka Êzidî rê nede ku ev hêz bikevin Şengalê. Wê Şengal çarenûsa xwe teslîm kesekî neke."    MA / Zeynep Dûrgût