Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê 2021-11-14 09:05:26   ÎZMÎR - Girtiyên di Girtîgeha Kiriklarê de, diyar kirin ku zextên midûrê girtîgehê Hayydar Alî Ak, veguherîne îşkenceyê û ji bo vê bang li raya giştî kirin.      Midûr Haydar Alî Ak ku du meh berê tayinî Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê hat kirin, her diçe zext û zoriyên xwe zêde dike. Girtiyên di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de, binpêkirinên di demên dawî de ragihandin. Girtiyan di nameya xwe ya ku ji Komeleya Alîkariyê ya Ji bo Malbatên Girtî û Hikimxwaran a Egeyê (EGE-TÛHAYDER) şandin de, bang li raya giştî kirin ku di vî warî de hesas bin.    Girtiyan diyar kir ku kamera li qawîş û hewadariyan hatine bicîkirin, dema hevdîtinan hatiye kêmkirin, qawîşên wan tim tên guherandin û gava li ber van pêkanînan radibin jî derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin.    Girtiyan bibîr xist ku piştî pandemiyê qedexe zêde bûne û çendî pêvajoya asayîbûnê dest pê kiriye jî li girtîgehan şert û mercên tecrîdeke giran heye û bi vê re mafên wan tên binpêkirin. Girtiyan di nameya xwe de ev tişt gotine: "Hê jî hevîtinên vekirî nayên kirin. Mehê 4 caran mafê me yê hevdîtinê heye, lê em 2 caran dikarin hevdîtinê bikin. Spor tenê mehê saetekê tê kirin, ew jî du kes tenê dikarin bi hev re bikin. Di qanûna dawî de dema hevdîtinê wekî saet û nîvê hatiye diyarkirin, lê li vê girtîgehê saetek tê kirin."    LÊPIRSÎN Û QEDEXE   Her wiha girtiyan di nameya xwe de  bal kişandiye ser pêkanîn û zextên midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak jî. Girtiyan di nameya xwe de gotin: "Alî Haydar Ak pêşî bi ser personelan de diçe. Bi vî awayî zemîna provakasyonê û êrişan amade dike. Qadên me yên tayebet, hewadarî û qawîşan, bi kamerayan dişopîne. Me ev kamerayên ku di tu qanûnan de tune ne, bi rûpelên rojnameyan girtin. Lê rabûn derbarê me hemûyan de lêpirsîn dan detpêkirin û cezayê hucreyê li me birîn. Du hevalên me ji ber vê bi zorê birin odeyên cuda ku em nizanin li ku derê ne. Gava em dirûşmeyan berz dikin û bertek nîşan didin, derbarê me de lêpirsîn tên destpêkirin. Bi vî awayî dixwazin me bifetsisînin. Gava deriyên odeyan digirin û vedikin jî bi dehamn karmend tên. Hewl didin me tahrîk bikin."   BANGAWAZÎ   Girtiyan ragihand ku dema hewadariyê saetek e û gotin: "Pêkanîneke dijminane ye. Ma dê hevalê me di saetekê de odeyên xwe bişon, dê pêgermokan bigerînin an jî dê serê xwe bişon? Pêkanîneke dij mirovahiyê ye."    Girtiyan, di dawiya nameya xwe debang li raya giştî kirin ku di vî warî de hesas be.