Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê 2021-11-14 11:20:10   WAN - Hat diyarkirin ku xwendekareke jin a Zanîngeha Yuzuncuyilê, rexmî ku biryara wê ya binçavkirinê tune bûye jî polisan wê vexwendiye qereqolê û kirine lêpirsînê.    Hat diyarkirin ku li qereqola polisan a nav kampûsa Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê, sîxurtî li xwendekereke jin hatiyeferzkirin. Xwendekara bi navê B.H., diyar ku roja înê kesekî ku xwe weke polis daye nasîn lê geriyaye û xwestiye li qereqola kampûsê pê re hevdîtin bike. B.H., da zanîn ku ji kesê li geriyaye re gotiye ku ev ne tiştekî fermî ye û pirsa "wê çima bê?" jê kiriye, wî jî bersiva " dema ku tu beyî tê yê hîn bikî" daye û li ser vê çîuye qereqolê.    3 KES WÊ KIRINE LÊPIRSÎNÊ   Xwendekar B.H. destnîşan kir ku li qerekolê 3 kesên bi kincê sivîl wê kirine odeyekê û ev tişt gotin: "Ji min re gotin ku bi nîyeteke baş gazî min kirine û heke bibim alîkar wê ji wargehê neyim avêtin. Gotin ku dema ez li wargehê pirgirêkek bijîm wê bibine alîkar û notên min zêde bikin. Tişta ji min dixwestin sîxurtî bû. Rexmî ku min got ez qebûl nakim jî timtik digotin dixwazin bi min re hevaltiyê bikin. Dema ku min ji wan re got ku tişta dikin ne qanûnî ye giliya we bikim jî gotin ku dikarî bikî. Li odeyeke girtî 3 kesên ku angaşt kirin ku polis in min kirin lêpirsînê. Li gorî angaşten wan bi akademîsyen û rêveberiya wargehê re hevkariyê dikin. Heke ev kes polis bin wê rêveberiya Zanîngeha Yuzuncuyilê çawa bersiv bide? Rêveberiya wargehê wê bersiveke çawa bide? Heke ne polis bin van kesên li kampûsê digerin kî ne? Çawa dikarin xwendekaran bi awayekî bêhiqûqî bikin lêpirsînê?"   WÊ GILÎ BIKE   Xwendekara B.H., ragihand ku ji bo alîkariya hiqûqî serî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê daye û roja duşemê dê derbarê van kesan de serî li dozgeriyê bide û giliya wan bike.