Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze 2021-11-14 11:47:18   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, gotinên Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba bi bîr xist û ev tişt got: "Di dorê de Serokkomar heye. Bila bibêje hatiye xapandin û ji gelê Rihayê û malbatê lêborîn bixwaze."   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adarê de hatibû destpêkirin di roja 251'emîn de berdewam dike. Ji ber ku îro roja yekşemê ye û betlaneya fermî ye, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya li mala xwe ya Pirsûsê didomînin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal peyameke parve kir.   'RASTÎ BI DEREWAN NAYÊ VEŞARTIN'   Malbatê, di parvekirina xwe de daxuyaniya “Ji ber ku min wê demê got 'terorîst' şerm kir. Xwedê sebrê bide Emîne Şenyaşar. Dilê min dişewite" Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba bi bîr xist û ev tişt got: "Rastî bi derewam nayê veşartin. Rojên ku wê rastî derkevin holê nêz in. Piştî waliyê Rihayê wezîrê demê jî piştî 3 salan axivî. Di dorê de Serokkomar heye. Bila bibêje hatiye xapandin û ji gelê Rihayê û malbatê lêborîn bixwaze. Da ku zilma li ber edliyeyê bi dawî bibe."   Tê payîn ku malbat ji bo ku bi Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Hatayê Bariş Atay re hevdîtin bike saet di 17.00'an de bê ber edliyeyê.