Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin 2021-11-14 14:45:36   RIHA - Li navçeya Xalfetiyê polisan bi ser 15 malan de girt û hat diyarkirin ku polisan derî û paceyên malan bi funyeyan teqandiye.    Di 12'ê mijdarê de polisan bi ser gundê Aftar ê navçeya Xalfetî ya Rihayê de girt. Hat diyarkirin ku bi angaşta ku "endamekî rêxistinê heye" polisan saet di 03.00'ê şevê de bi gelek maşîneyên zirxî bi ser gunde girtine û derî û paceyên 15 malan bi funyeyan teqandine û wisa ketine hundir. Polisan amûrên malan ji hev xistine û welatiyan ser dev û rû li erdê dirêj kirine û lêgerîn pêk anîne. Piştî lêgerîna 6 saetan ji gund veqetiyane.    'EWQAQ NEHAT DAYÎN'   Gundiyan, da zanîn ku polisan derî û paceyên wan şikandine û nikarê lê bijîn. Gundiyan, destnîşan kir ku bi awayekî kêfî derî û paceyên wan hatine şikandin û teqandine û derbarê serdegirinan de "tespîta xesaran" hin nivîs nivisandine lê tu ewraq nedane wan. Gundiyan, bi lêv kir ku polisan kesî binçav nekirine û ji gund veqetiyane.    2 ROJ NEHATINE    Gundiyan, got ku polisan ji wan re gotiye, 'Heke dewlet bişikîne wê çibike' û lê piştî 2 rojan jî kes nehatiye gund û ev tişt gotin: "Derûniya zarokan xera bûye, bi şev radibin û dibêjin wê polis bên."