Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin 2021-11-14 15:45:47   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, polisan bi ser malan de girt û zarok jî di nav de gelek kesan binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin de li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polisan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polisan 4 zarokên temenê wan di navbera 13-17 salan jî di nav de gelek kesan binçav kirin. Her wiha polisan di serdegirtinan de telefonan desteser kir.    Li navçeya bi ser 12 malan de hatiye girtin û hin kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne: M.A. (16), F.A. (17), A.A. (15), H.E. (13) û Hakan E. (19.    Hat hînbûn ku zarokê 17 salî F.A. ku hatiye binçavkirin beriya 10 rojan qezaya trafîqê derbas kiriye û piştî ku hatiye emeliyatkirin li malê tedawiya hatiye berdewamkirin.    Hat diyarkirin ku polisan binçavkiriyan biriye Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Mêrdînê