Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn 2021-11-14 18:46:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Hurmuzgan a li başûrê Îranê bi pileya 6,4 erd hejiya û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li parêzgeha Hurmuzgan a li başûrê Îranê bi pileya 6,4 erd hejiya. Piştî erdhejê ku li bajarên derdorê û welatên cîran jî hate hîskirin gelek malan xesar dîtin. Hate aşkera kirin ku di erdhejê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku ji ber ketina dîrekên ceyranê hin herêm bê ceyran mane û piraniya welatiyan nikarin bikevin malên xwe û li derve sekinîne.     Li dora navçeya Keşm a girêdayî parêzgeha Hurmuzgan îro piştî nîvro di deqiqeyekê de bi pileya 6,4 û 6,3 du erhejên mezin pêk hatibûn.