Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn 2021-11-14 19:04:02   EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi fîlmê “Grevê” da.   Platforma Jinan a Edeneyê bi temaşekirina fîlmê “Grevê” dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê kir. Jinên ku li eywana sînemayeke li bajêr bi girseyî fîlm temaşe kirin û piştî fîlm wêneyekî bi komî kişandin.   Platformê bang li jinan kir ku tevlî meşa ji bo 25’ê Mijdarê pêk bînin bibin.