DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî 2021-11-14 22:29:53   STENBOL - DAD’ê Seyîd Riza û rêhevalên wî yên beriya 84 salan hatibûn darvekirin, bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.   Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) bi boneya 84’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ku pêşengên berxwedana Dersimê bûn, li Otela Hill a li Taksîma Stenbolê daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, endama Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, Turgut Oker û Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dersim ne bêçare ye, cih ne bêriza ye, dem ne bêxwedî ye” hat daliqandin. Bîranîn piştî hişyarkirina çirayê û rêzgirtinê dest pê kir.   HEWL DAN BÎRANÎNÊ ASTENG BIKIN   Pişt re endamên komeleyê xwestin li Qada Taksîmê daxuyaniyê bidin. Polîsan destûr neda daxuyaniyê û hewl dan asteng bikin. Li dijî gotinên polîsan ên “pankartê daxînin û belav bin” endamên komeleyê bertek nîşanî polîsan dan. Piştî berxwedana bi israr a endamên komeleyê daxuyanî hate dayîn.   ‘BILA KOMAR BI DERSIMÊ RE RÛBIRÛ BIMÎNE’   Endama komeleyê Nergîs Guzel a piştî niqaşa bi polîsan re daxuyanî xwend wiha got: “Hewl hat dayîn ku elewî bi komkujî û qirkirinê bên asîmîlekirin. Kesê ku bi Dersimê re rûbirû nemîne nikare tu caran dîwarekî saxlem lê bike. Ji ber ku Dersim hem kurd e hem jî kevneşopiya kevnar a mirovahiyê û rastiya rêya heq e. Divê êdî Komar ji dîwarên beton derkeve û bi dîrokê re rûbirû bimîne. Heta ku ev rûbirûbûn pêk neyê, mirovên tendurist pêk nayên, demokrasiyeke bi tendurist pêş nakeve.”   Daxuyanî, bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.