Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde 2021-11-15 10:44:22 COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê û pêkanîna PDK’ê ya ser cenazeyan dan, bang li Barzanî kir ku dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde.  Hêzên taybet ên PDK’ê ku tevlî operasyona Zap, Metîna û Avaşîn a Tirkiyeyê di 23’yê Nîsanê de daye destpêkirin bûn, di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe 7 HPG'yi xistibûn kemînê û di encama kemînê de 5 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dabûn.    Malbatên HPG’yiyên jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe xwestin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistana Federe bibin. Lê hêzên taybet ên PDK’ê derbasbûna dayikan asteng kir. Li ser vê yekê dayikan bi daxwaza ku cenaze radestî wan bên kirin li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya nobetê da destpêkirin. Çalakiya dayikan di roja 42’yemîn de berdewam dike.    Dayikên Aştiyê di 11’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ber bi sînor ve meşiyan û di 13’ê Mijdarê de jî li navçeya Gevera Colemêrgê bi dirûşmeya “Bikaranîna çekên kîmyewî bi dawî bikin, cenazeyan teslîmî malbatan bikin” bang kiribûn.     ‘DIVÊ DEST JI PIŞTEVANIYA DIJMIN BÊ BERDAN’   Dayikên Aştiyê yên li dijî PDK’ê bertekên xwe berdewam dikin, xwestin demildest cenaze radestî malbatan bên kirin. Dayika Aştiyê Fazîle Polat, bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir kul i dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û wiha got: “Êdî bes e, bila demildest dest ji piştevaniya dijmin berdin.”   ‘ZAROKÊN ME DIMIRIN’   Dayik Polat xwest ku şer bê bidawîkirin û wiha berdewam kir: “Êdî bes e, dê heta kengî kuştina zarokên me ya bi çekên kîmyewî paşguh bikin. Zarokên me li çiyan bi çekên kîmyewî tên kuştin. Em wan kesên ku dilê dayikan dişewitînin qet efû nakin.”   Polat, destnîşan kir ku wê li dijî şer di aştiyê de israra xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din ji vî sînorî bang dikin, em tenê aştiyê dixwazin, em tiştekî din naxwazin.”   ‘DIVÊ ŞERÊ QIRÊJ BÊ BI DAWÎKIRIN’   Dayika Aştiyê Fatma Temel a bang li PDK’ê kir jî wiha got: “Bila dest ji rijandina xwîna xwişk û bira berdin. Ez bang li Barzanî (Serokê Giştî yê PDK’ê) dikim; xwîna me kurdan çiqas erzan e ku , tu destê xwe ji zarokên gelê kurd nagirî. Barzanî jî kurd e û divê dev ji şerê xwişk û birayan berde. Gelek dayikên dilşikestî li vir kom bûne, bila guh bide van dayikan û vî şerê qirêj bi dawî bike. Barzanî kurd e, em jî kurd in, divê destûrê nede ku çekên kîmyewî li ser axa xwe, ser zarokên dayikan bi kar bîne û bila destûr nede ku tu dewlet bikevin kurdan. Ya ku îro li me tê kirin wê sibe li wan bê kirin.”   GOTINÊN BARZANÎ BI BÎR XISTIN   Dayik Edîbe Karay a bi lêv kir ku bi dayikên li Sêmalka li ber xwe didin re di nav piştevaniyê de ne wiha axivî: “Li Deriyê Sînor ê Sêmalka dayik ji bo wergirtina cenazeyên kurê xwe û ji bo malbata Barzanî ji xiyanetê derkeve nobetê digirin. Bi salan berê soz dabû ku xwîna xwişk û birayên xwe nerije û şerê xwişk û birayan neke. Lê dîsa vegeriya rêyên xwe yên berê û dest bi rijandina xwişk û bira kir. Em van daxwazan careke din ji sînorê Rûbarokê radigihînin. Eger li dayikan guhdarî dike, bila vî şerî bidawî bike. Bila bi dijmin re hevkariyê neke û xwîna xwişk û birayên xwe nerijîne. Her wiha em bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî zarokên dayikan a li ser axa kurdan şermezar dikin. Zarokên me kuştin û çiya, kevir û ax wêran kirin. Dijminê me diyar e, çima Barzanî li dijî xwişk û birayên xwe dijminatiyê dike? Divê hikûmeta Barzanî demildest dawî li vê dijminatiyê bîne.”   BANGA YEKITIYÊ LI KURDAN KIR   Dayika Aştiyê Belgîn Polat jî destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştî ye û wihat got: “Em dixwazin gelê kurd bibe yek û xayintî neyê kirin. Barzanî li aliyekê cenazeyan nade, li aliyê din destûrê dide ku li ser axa kurdan qereqolên eskerî bên avakirin. Ya herî girîng li dijî zarokên me çekên kîmyewî tê bikaranîn, çawa destûrê dide vê?”   MA / Mazlûm Engîndenîz