Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin 2021-11-15 13:05:24   RIHA - Endam û rêveberên TÛHAY-DER'a Wanê serdana malbata Şenyaşar ku têkoşîna edaletê dide kirin û gotin ku daxwazên Emîne Şenyaşar daxwazin wan in.    Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku 9'ê adarê de dest pê kiribû, di roja 252'an de didome. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji mala xwe navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li "Goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" dest bi nobeta xwe kirin. Piştevaniya ji bomalbatê didome. Di vê çarçoveyê de Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Wanê, bi awayekî girseyî serdana malbata Şenyaşar kirin. Malbata Şenyaşar, xizmên girtiyan bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" pêşwazî kir.    EDALET EV E?   Emîne Şenyaşar, komkujiya ferdên malbata xwe ya li ber çavê wê pêk hatibû ji heyetê re vegot û ev tişt got: "Demeke dirêj e min kurê xwe yê girtî nedîtiye. Edalet ev e? Edaleta Erdogan ev e? Xwedê zarok daye te jî, qet wijdan bi te re tune ye? Xwedê heman êşê bi te jî bide kişandin. Min jî bigirin û bikin cem kurê min."   'BILA ÊDÎ ZAROK NEMIRIN'   Ji heyeta TÛHAY-DER'ê Dayika Aştiyê û xizma girtiyekê Emîne Kaya, diyar kir ku piştevaniya Emîne Şenyaşar dikin û wiha axivî: "Em edaletê dixwazin. Ji bo aştiyê me serdana dayikê kir.  252 roj in dayik li vir li benda edaletê ye. Zarokên me jî li girtîgehê ne. Em ji bo wan edaletê dixwazin. Bila êdî dayik êşan nekişînin. Em ji bo piştgiriya dayikê hatin. Bila êdî dayik negirîn."   Hevseroka TÛHAY-DER'a Wanê Kudret  Temel jî daxwaza edaletê kir û ev tişt anîn ziman: "Bi hezaran kes li girtîgehan tên girtin. Em jî daxwaza edaletê ya dayikê dikin. Daxwazên dayikê daxwazên me ne."   ‘GUH BIDIN DENGÊ DAYIKÊ'    Dayika Aştiyê û xizma girtî Aslihan Tîmûr ku herî dawî axivî jî wiha got: "Em ji bo edaletê li vir in. Kurekî dayikê 3 sal û 5 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin. Zarokên me jî li girtîgehan e. Bila hemû girtî bên berdan. Guh bidin dengê dayikê."