Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin 2021-11-15 13:35:13   WAN - Parêzerê rojnameger Adnan Bîlen ku ji ber çêkirina nûçeya avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan bi komeke hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, serlêdana ji bo binpêkirina mafên muwekîle xwe kiribû hat redkirin.    Yek ji rojnamegerên ku ji ber çêkirina nûçeya avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan hatibû girtin Adnan Bîlen, bi parêzerê xwe Mûrat Tîmûr re ji bo binpêkirinên mafên xwe serî li dadgeheke bilindtir da. Serlêdana Bîlen hat redkirin. Danişîna dozê li 7'êmîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Wanê hat dîtin. Bîlen û parêzerê xwe Tîmûr tevlî danişînê bûn. Di danişînê de Tîmûr sedemên serlêdana wan vegot û xwest ku doza vekirine bê qebûlkirin. Piştî Tîmûr dozgeriyê mutalaaya xwe xwend û bi angaşta ku şertê qanûnî çenebûne xwest ku serlêdan bê redkirin. Li ser vê dadgehê angaşt kir ku şertên qanûnî çênebûne û bi şertê ku wê karibin serî li îstînadê bidin serlêdanê red kir.