Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin 2021-11-16 09:07:58 AMED - Hogir Boltan, birayê girtiyê nexweş Civan Boltan ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew daxilî nav rojeva xwe kiriye û dê di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de rewşa wî bê nîqaşkirin, diyar kir ku birayê wî nayê tedawîkirin û ji bo vê rewşa hesa bang li raya giştî kir.  Li gor raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi hezaran girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Civan Boltan (30) e ku 9 sal in girtiye. Boltan, di 24'ê Nîsana 2012'an de li Çewligê di şer de bi birîndarî hatibû zevtkirin û paşê hatibû girtin û cezayê muebeda giran û 95 sal ceza lê hatibû birîn. Bijîşkan ji bo Boltanê ku gelek nexweşîn lê peyda bûne rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabûn, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) bereksê van raporan biryar dabû.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV)  ji bo ku biryarên binpêkirinên mafan ên derbarê biryara "girtîbûna heta hetayê" de yên derheqê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de hatine dayîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku konsey demildest vê yekê daxilî nav rojeva xwe bike.   XETERE   Hogir Boltan, diyar kir ku birayê wî bi birîndarî hatine binçavkirin û ji ber îşkenceyê çavekî wî kor bûye û got: "Çavê wî yê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Di serê wî de perçeya şarapnelê heye. Ji ber ku rewşa wî xetere ye bijîşk jî nikarin mudaxile bikin. Di şer de milekî wî çû."    NAYÊ TEDAWÎKIRIN   Boltan, bal kişand ser raporên bijîşkan ên "nikare di girtîgehê de bimîne" jî û got: "Ji ber ku doza wî dozeke siyasî ye û ji ber ku kekê min kurd e ATK rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da. Niha jî bi hinceta 'rewşa wî baş e û dikare jiyana xwe bidomîne' nayê tedawîkirin. Lê em baş dizanin ku di van şert û mercan de nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne."    Boltan, destnîşan kir ku birayê wî di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, lê belê ji ber pandemiyê zêdetirî 2 sal in hevadîtina vekirî qedexe ye û got: "Hinceta wan pandemî ye, lêli derve her der vekiriye. Otobês heya ber dev tije ne. Bi hezaran kes tevli mîtîngan dibin. Li van deran pandemî tune ye, ma tenê li girtîgehan heye? Ev biryareke siyasî ye."    CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ   Boltan, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û diyar kir ku birayê wî ragihandiye ku gardiyan tim davêjin ser qawîşên girtiyên siyasî û lêgerînê dikin û bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.    BANGAWAZÎ   Boltan, destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi van binpêkirinên mafan tên mexdûrkirin û nayên tedawîkirin û got:"Her kes divê di vî warî de hesas be. Ji bo ji girtîgehan darbest dernekevin, ji destê kê çi tê divê bike ji bo girtiyên nexweş."    MA / Mehmet Guleş