Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin 2021-11-16 09:09:10 STENBOL - Di îdianameya derbarê endamên DÎAYDER'ê de hemû xebatên komeleyê wekî sûc hatine hesibandin û nimêjên li derî mizgeftê hatine kirin jî wekî "xebata li gor bîrdoziya rêxistinê" hatine nirxandin.    Di sala 2014'an de derbarê 36 endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Oldaran (DÎAYDER) de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 20 kesî de biryara "neşopandinê" da û derbarê Mehmet Emîn Aslan, Ekrem Baran, Enver Karabeyê, Abdûllah Taş, Abdûrrahman Îlkhan, Celalettîn Denîz, Cemîl Ekîncî, Enver Alkiş, Enver Emîrkûlû, Halîl Pzel, Mehmet Şîmşek, Mehmet Siddik Gulmez, Necmettîn Santalû, Nûr Mehmet Işik, Seyîthan Tan û Yusuf Înal de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianame amade kir.    Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de xebatên komeleyê sûc hatine hesibandin.    Di îdianemayê de nimêjên înê yên sivîl ên di sala 2011'an de bi daxwaza rawestandina operasyonên eskerî û siyasî, rakirina bendava hilbijartinê ya ji sedî 10, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û berdana girtiyên siyasî hatibûn destpêkirin, sûc hatine hesibandin. Îfadeya derbarê nimêjên înê ya şahid Nûrûllah A. ku gotiye "Armanca vê ew e ku kurdên oldar daxilî nav PKK'ê bên kirin" wekî "delîl" hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de hatiye angaştkirin ku meleyan di taxiyeyên PKK'yiyan de girseyê rêxistin kirine. Her wiha beşdarbûna bernameyên televîzyonê yên hin endamên DÎAYDER'ê jî sûc hatine hesibandin. Xutbeyên bi kurdî jî wekî "xutbeyên li ser asasên bîrdoziya rêxistinê" hatine nirxandin.    Ji xeynî vê ji bo nimêjên li derî mizgefatn ên li park, kolan û qadan hatine kirin jî wekî hatiye angaştkirin ku "xebatên li ser asasên armanc, ferman û bîrdoziya rêxistinê" ne.    Tişta ecêb jî ew e ku di îdianameyê de peyva "mele" û "seyda" jî sûc hatine hesibandin û ji bo wan gotina "qaşo" hatiye bikaranîn.    Di îdianameyê de li ser qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016'an de jî hatiye sekinandin. "Rojiya Berxwedanê" ya Serokê DÎAYDER'ê Ekrem Baran û Mehmet Emîn Aslan ku li dijî qedexeyan girtibûn jî sûc hatiye hesibandin. Navê "Kurdistan" ku Baran di daxuyaniyên xwe yên li ser hesabê xwe yê medyaya sanal de bi tîpên gir nivîsîne, di îdianameyê de sûc hatiye hesibandin.    Her wiha gotinên Baran ên têkildarî "Peymana Medîneyê" de jî wekî têkildarkirina bi bîrdoziya PKK'ê re hatiye nirxandin.   Ji xeynî vê di îdianameyê de daxuyanî û nivîsên endamên DÎAYDER'ê yên têkildarî mirina kesên di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên bi rojan li derve hatin sekinandin, çalakiyên sivîl, êrişên DAIŞ'ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, kesên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin kuştin, cinayetên kiryar nediyar ên di salên 90'an de li Kerborana Mêrdînê hatin kirin û dîwarên li sînor hatin lêkirin jî sûc hatine hesibandin.    MA / Mehmet Aslan