Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve 2021-11-16 10:17:48 NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Kemal Çomanî ku rewşa kurdên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane ji nêz ve dişopîne, bi gotina, "Çawa ku li Tirkiyê Erdogan heye, li Başûr jî Barzanî heye” balê kişand ser rewşa wan penaberan.  Penaberên ku ji bo biçin Ewropayê li ser sînorê Belarûs-Polonya asê mane, tevî birçîbûn û hewaya sar jî rastî zextan tên. Piraniya penaberên li ser sînor kom dibin kurdên ji Herêma Kurdistana Federe reviyane. Heta niha herî kêm 10 penaber ji birçîbûn û sermayê mirine. Penaberên ku bi biryar in venegerin, li bendê ne ku ev pêkanînên dijmirovahî di zûtirîn dem de bi dawî bibe û her welatek wan qebûl bike. Penaberên li ser sînor disekinin dibêjin ew mirinê didin ber çavên xwe lê wê venegerin welatê jê hatine. Rojnameger Kemal Çomanî ku rewşa Kurdên li ser sînor têkoşîna jiyanê didin ji nêz ve dişopîne, bal kişand ser zilm û neheqiya malbata Barzanî ya li ser gel.    'JI REJÎMA NEHEQ DIREVIN’    Çomanî bi bîr xist ku bi hezaran penaberên li ser sînoran ji ber neheqî û bêhiqûqiya li welatê xwe rû bi rû mane reviyane û got ku piraniya penaberan ji Herêma Federal a Kurdistanê ne. Çomanî anî ziman ku Herêma Federal a Kurdistanê di bin rejîma diziya malbata Barzanî û Talabanî de ye û got: “Li Herêma Kurdistanê neheqiyeke mezin heye. Li Başurê sîstemeke needaletî û alîgirî heye.”    BANDORA TIRKIYÊ YA LI SER KOÇBERIYÊ    Çomanî anî ziman ku li herêmê gel di nava feqîriyeke kûr de dijî û wiha got: “Ji sala 2014'an û vir ve mûçeyên karmendên dewletê jî nayên dayîn. Her meh birîna mûçeyan çêdibe. Ev birîn carinan digihêje ji sedî 50'î. Bi krîza aborî re zextên siyasî zêde bûne. Bi taybetî welatiyên li herêma Behdînan dijîn, pirsgirêka ewlehiya jiyanê ne. Ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê gel bandoreke neyînî dibîne. Ji ber ku her roj li herêmê şer diqewime. “Ew ditirse ku Tirkiye heremê dagir bike.”   ‘BER3E SADDAMEK HEBÛ NIHA GELEK HENE’    Çomanî diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Herêma Federal a Kurdistanê sîstemeke nedemokratîk ava dikin û wiha domand: “Sîstema heyî xizmeta berjewendiyên hinek koman dike. Welatiyên ku niha li ser sînorê Belarûs-Polonya li bendê ne, ji ber van sedeman neçar man cih û warên xwe terk bikin. Berê Seddamek hebû, niha bi dehan Seddam hene.  Ji ber van hemûyan hêviya gel ji siberojê nemaye. Bi gotina 'Jiyana me xera bûye, ji bo jiyana zarokên me neyên xerakirin' koç kirin.”   WEK PENABER NAYÊN DÎTIN    Çomanî bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne kir û got: “Ewropa van welatiyan weke penaber nabîne. Ji ber ku dibêje xelkê vir ji ber şer nehatine. Ew diyar dike ku Belarus jî wan bikar tîne. Ji ber vê yekê jî dibêjin ku ew nikarin wan hemwelatiyan li welatên xwe bipejirînin, lê berpirsên vê rewşê welatên Ewropayê bixwe ne. Ji ber ku eger welatên Ewropayê rê nedabûna PDK û YNK'ê bi vî rengî tevbigerin, her roj nedikarîn vê zilmê bikin. Divê Ewropa êdî berpirsiyariyê bigire ser xwe.   ‘LI TIRKIYÊ ERDOGAN, LI BAŞÛR BARZANÎ’   Çomanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Çawa ku li Tirkiyê Erdogan heye, li Başûr jî Mesut Barzanî û Mesrûr Barzanî hene. Li vir kesên dibêjin bila em li vir bimirin ne ku vegerin û têkevin bin desthilatdariya Mesrûr Barzanî. Welatiyên li Başûr dijîn, ji ber ku li Kurdistanê ne azad in, dixwazin biçin cihekî ku azad bijîn. Dixwazin werin Ewropayê û ji xwe re jiyanek din ava bikin.”    MA / Omer Akin