Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin 2021-11-16 12:06:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyonên ziman ên baroyan, ji ber ku konsera Mem Ararat a bi kurdî betal kiribû Şaredariya Keçîorenê ya AKP'î şermezar kirin.   Konsera hunermend Mem Ararat ku wê di 4'ê kanûnê de li Navenda Çandê ya Neşet Ertaş a girêdayî Şaredariya Keçîorenê bihata dayîn, ji aliyê şaredariyê ve bi hinceta ku bi kurdî ye hat betalkirin. Mem Ararat, têkildarî mijarê ser li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku Şaredariya Keçîorenê ya AKP'î jê re gotiye ku nizanbûne konser bi kurdî ye, ji ber vê wê destûr nedin konserê û bi awayekî yekalî konserê betal kirine. Komîsyonên  ziman ên baroyên Mêrdîn, Şirnex, Êlihê, Wan û Rihayê bi daxuyaniyeke niviskî bertek nîşanî betalkirina konserê dan û ji ber helwesta wê ya li dijî kurdî Şaredariya Keçîorenê şermezar kirin.    POLÎTÎKAYÊN CÛDAKARIYÊ   Daxuyaniya komîsyonên ziman ên baroyan wiha ye:   "Li gor daxuyaniya hunermendê Kurd Mem Ararat konsera wî ya di 4'ê Kanûna Pêşîn a 2021'ê li Enqerê li hola Navenda Çandê ya Neşat Ertaş hatiye betalkirin. Dîsa li gor daxuyaniyê ji bo konser bê lidarxistin hemû serlêdanên fermî hatibûn kirin, girêbest hatibûn îmzekirin û bilêtên konserê jî dihatin firotin. Lê 16'ê Çiriya Paşîn a 2021'ê rayedarekî Şaredariya Keçiorenê bi ekîba muzîkê re axiviye û ji wan re gotiye: "Me nizanibû wê di konsera we de stranên kurdî bêne gotin. Em ê wek Şaredariya Keçiorenê rê nedin stranên kurdî bêne gotin. Ji ber vê yekê em girêbestê bi awayekî yekalî betal dikin."   Bi salan e li dijî zimanê kurdî polîtîkayên bişaftin û asîmîlasyonê têne birêvebirin. Di meclîsê de Kurdî wek "Zimanê Nayê Zanîn" tê mohrkirin. Navên kurdî têne qedexekirin, tabelayên kurdî têne daxistin û bi her awayî li dijî kurdî polîtîkayên cudakariyê têne kirin. Wekî encama van polîtîkayan îro şaredariyeke bajarekî dikare tenê ji ber zimanê stranê konserekê betal bike. Ev hem li gor destûra bingehîn a tirkî hem li Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan sûcê cihêkarî û nefretê pêk tîne.     BANGA LÊBORÎNÊ   Em wek Komîsyonên Zimanê Kurdî vê helwestê şermezar dikin. Em bang li rayedaran dikin û dibêjin "Werin! Ji ber vê helwesta xwe lêborînê bixwazin û sûcê xwe qebûl bikin." Dîsa em ê ji ber vê yekê li dijî gumanbaran daxwaznameya gilîkirinê bidine dozgeriyê, em ê giliyê gumanbaran bikin û bibin şopdarê vê meselê."