Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan 2021-11-16 13:05:14   AMED - Sercerdevan Mahmut Karaarslan tevî lawê xwe, hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaarslan kuştibûn. Sercerdevan û lawê xwe yê girtî hatin berdan.      Di 20’ê tîrmeha 2020’an de li gundê Kagitli yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve sercerdevan Mahmut Karaarslan û lawên xwe bi sedema nelihevkirina erdan êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik û zarokên wê kiribûn. Di encama êrişê de Hamdiye Şik (61) û lawê wê Kadîr Karaarslan (26) hatibûn kuştin. Lawên sercerdevan Serdar, Sîdar, Serhat, Mazlum û Zafer  Karaarslan jî hevkariya bavê xwe kirin e.    Karaarslan û 5 lawên xwe girtî dihatin darizandin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li dozê dinêre. Dadgehê bi biryara navbera danişînê sercerdevan Mahmut Karaarslan û lawê wî Sîdar Karaarslan ê cerdevan duh tehliye kir.    JI SED SALÎ ZÊDETIR CEZA DIHAT XWESTIN    Dozger ji sûcên “kuştina bi qestî” cezayê muebetê ji sercerdevan û lawên wî re cezayê hepsê dixwest. Hat zanîn ku di pêvajoya darizandinê de îfadeyên şahidan hatine guhertin û sûcên ku kirine red kirine.    Ji parêzerên dozê Neval Taman Polat destnîşan kir ku bersûc bi senaryoya ku hûnandin e hatine parastin û xwest ku axaftinên bersûcan ên telefonê werin lêkolînkirin. Polat got berdana herdu bersûcan rê li ber guman û xetereyan vekiriye.    Wê rûniştinek din a dozê di 17’ê kanûnê de were lidarxistin.    MA / Omer Çelîk