Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir 2021-11-16 13:40:35   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Li nexweşxaneyê 3 kes hatin înfazkirin. 3 sal 5 meh tu doz tune! Kujer serbest in. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê li ku ye?”    Sê ferdên Malbata Şenyaşar li ber hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de di 14’ê Hezîrana 2018’an de ji aliyê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin. Emîne Şenyaşar ku hevjînê xwe û du lawên xwe di êrişa AKP’iyan de winda kir, ji 9’ê adara îsal ve li ber avahiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Malbat (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) wek her sibehê vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û di roja 253’yemîn de dest bi çalakiyê kir.    BANG LI KOMÎSYONÊ HAT KIRIN    Malbatê li hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kir û ev peyam parve kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê her kesî 3 kes hatin înfazkirin. 3 sal 5 meh tu doz tune! Kujer serbest in. Dozger dayika ku li ber deriyê edliyeyê li edaletê digere didarizîne. Bersûc: Dayik e. Muştekî: Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz e. Mexdûr: Suleyman. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê li ku ye?"