Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin 2021-11-16 15:17:26   ENQERE - Derbarê Arjîn Yuksekbag de bi hinceta çalakiya greva birçîbûnê ku ketibûyê 3 doznameyên cuda hatibûn amadekirin û doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê hat dîtin.    Derbarê Arjîn Yuksekbag ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye de bi hinceta çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûyê 3 doznameyên cuda hatibûn amadekirin û ji "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. 2'yemîn danişîna dozê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Yuksekbag û parêzerê xwe Alîşan Şahîn li danişînê amade bûn.    Di danişînê de Parêzer Şahîn parstina xwe muwekîla xwe kir û bal kişand ser pirsgirêkên teknîkî yên di dosyayê de daxwaza beraeta mwuelîka xwe kir. Piştî Şahîn Yuksekbag jî bi kurdî parastina xwe kir û da zanîn ku yekkirina doznameyan jê re nehatiye ragihandin. Serokê dadgegehê biryar da ku teqezbûna biryara yekkirinê bê rawestandin û danişînê taloqî 3'ê adarê kir.