Rojavayê cîhaneke din da der 2021-11-17 09:49:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bi têkoşîna xwe didin der ku li dijî serdestiya mêr-dewletê "cîhaneke din pêkan e," bi "Şoreşa Jinê ya Rojavayê" re dîrokeke nû dinivîsin. Eyşe Efendî ku li dijî êrişên dagirkeriyê axa xwe diparêze, anî ziman ku rêça azadiyê 10 sal in bûye rênîşander ji bo tevahiya cîhanê.  Di sedsala 21'emîn de ji Rojavayê heya Filîstînê, ji Afxanîstanê heya Îranê, ji Polonyayê heya DYA, Kolombiya û Mynmarê tevgerên jinan li seranserê cîhanê bihêz bûn û li dijî hêzên otokrat ji bo bidestxitina azadiya xwe û parastina mafên xwe bûm sembol.    Me bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Hemberî Jinê, "Şoreşa Jinê ya Rojavayê" ji Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî pirsî. Efendî pirsên me yên "Şoreşa Jinê ya Rojavayê rêyeke çawa esas girt, têkoşîn li ser kîjan esasî hat domandin?" bersivandin.      ÇIRÛSKÊN EWIL ÊN ŞOREŞÊ   Efendî ku yek ji wan jina ye ku gava DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de dest bi êrişên xwe kirin li Kobanê ma û axa xwe parast, diyar kir ku amadekariyên jinan ên ji bo şoreşê xwe dispêrên salên dûr û dirêj. Efendî, anî ziman ku bi taybetî fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1979'an de derbasî Sûriyeyê bûye, bandorek mezin lê kiriye û di sala 2011'an de gava ku şerê navxweyî dest pê kiriye ewilî jin daketine kuçeyan.    HÊZA GUHERÎNÊ   Efendî, destnîşan kir ku jin di her warî de xwe perwerde kirine û têkoşîneke di warê zayendî de dane û guherîna civakê ya li dijî feraseta baviksalriyê bi vî awayî bilêv kir: "Beriya tevgera azadiyê ya kurdî, jin hepsî malan hatibûn kirin. Pêşî xebatên serwextkirinê hatin kirin û bi dû re perwerdehî dest pê kirin. Gava ewil a jinan daxilbûna nava perwerdehiyê bû. Gava dudoyan jî esasgirtina nasnameya jinê bû. Mafê jinê, hiqûqa jinê çi ye? Nîqaşên bi vî rengî dest pê kirin. Bi azmûnên xwe yên jiyanê, daxilî nav civakêbûn. Mînaka ewil a vê yekê jî pergala hevserokatiyê bû. Bi piştgiriya Rêber Apo ya ji bo jinan, jin di nav partiyên siyasî, komunan, meclîsan, parlementoyê de bi temsîliyeteke wekhev cih girtin. Ewilî bi feraseteke wekî ya malbatî li pergalê hat mêzekirin. Yanî mêr serok, jin cîgir... Lê paşê ev pergal bû cihê guherîneke mezin û li tevahiya qadan belav bû. Jinan di gelek waran de bi hezaran şaşî rast kirin, bûn cihê guherînê. Berê jin di temenekî biçûk de dihatin zewicandin. Berdêl, qelen, pirzewacî, tahde hebû. Helbet di vê de tesîra mezheban û dînan pir bû. Hê jî ev pirsgirêk hene, lê Qanûnên Jinan hatin çêkirin. Êdî kes nikare rabe û jinan ji vira biqewirîne. Jinan ji roja şoreşê dest pê kiriye heya niha bi hezaran şehîd dane, bi komkujiyan re rû bi rû mane. Rêya ku Rêber Apo ji bo jinan vekir, dê hîn bêtir bê firehkirin û bidome. Bi feraseta 'ez ne namûsa kesî me, namûsa min axa min, welatê min e û ez xwe diparêzim' veguherînek civakî hat afirandin."    Efendî, anî ziman ku jinan çawa li eniyê şer kirin, bi heman awayî li dijî feraseta baviksalariyê jî şer dikin û got: "Ev şoreş 10 sal in didome. Berê jin nikaribûn derkevin derve. Nikaribûn biçin dewleteke din, bajar û herêmeke din bixwînin. Lê niha bi sedan zarokên me li Hesekê, Cizîrê, Lazkiyeyê û dewletên din dixwînin. Yanî îro roj jinan gelek tişt pêş xistine. Di navbera pergala berê û ya niha de gelek ferq hene. Berê lêgerîn, berxwedan û parastin tune bû. Lê niha qanûnên ku mafên jinan diparêzin hene, artêşa wan heye. Jin hê jî xwe diguherînin. Hê jî jinên 50-60 salî tên û dixwazin di saziyan de bixebitin. Belkî berê ev qas sazî û dezgeh tune bûn, lê dîsa jî jin li hin cihan dixebitîn. Gelek kar dikirin. Me civîn çêdikirin, rapor amade dikirin û me ew radigihandin civakê. Me bi gel re pêwendî datanî. Ev pergal, pergalek nû ye. Pergaleke ku jinê xwe pê îspat kiriye. Berê gava şervanek jin hebûna, cîhan radibû ser pêyan. Eşîr û malbat li ber radibûn. Digotin 'jin reviyaye.' Lê niha her dayik bi destê keça xwe digire û tê. Dibêje 'ez keça xwe didim şoreşê.' Me ev tişt jî dîtin. Ev mîrateya bi hezaran jinên şehîd in. Ev mîrate 40sal berê ji sifirê dest pê kir. Em berdewamkerên vê mîrateyê ne. Jin di nav lêgerînê de ne û dê ev lêgerînên me bidomin."    HILBERÎNA KOMUNA   Efendî, destnîşan kir ku jin ji bo muhtacî kesî nebin kedek mezin didin û got: "Jin dixwazin di warê aborî de azad bin. Naxwazin muhtacî destê hevjînên xwe, zarokên xwe û malbata xwe bin. Dixwazin xwe bi xwe pêdiviyên xwe peyda bikin. Azadiya aborî, di warê azadiya jinê de hêmaneke girîng e. Gava jin û zarokên xwe bi tenê bimînin, azadiya wê ya aborî hebe dê bi awayekî bihêztir daxilî nav jiyanê bibe."    BÛ HÊVÎ   Efendî, anî ziman ku piştî berxwedana Kobanê ji gelek welatan jin hatine serdana wan kirine û pêvajoya serketinê meraq kirine. Efendî got: "Bi piranî jî dixwestin wêrekiya şervanên jin bibînin û şerê wan ê di dema şoreşê de hîn bibin. Şoreşa Rojavayê wekî şoreşa jinê hat pênasekirin û li seranserê cîhanê belav bû. Min bi xwe ji kesên dihatin vira re digot 'Em tu tiştî ji we naxwazin, tenê rastiya vî gelî, rastiya jinê û pergala vira bînin ziman û belav bikin.' Me li vira gelek jinên ereb, aşûrî, ermenî jî dîtin. Gotin 'we me pir dereng em bi vê pergalê re dan naskirin.' Jin di warê siyasî û dîşlomatîk de xwe gihandin astekê. Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah, serdana Qesra Élysée kirin. Heyeteke din ku jin di nav de bûn li Washingtonê hin hevdîtin kirin. Lêgerînek heye. Jin dixwazin azadiya xwe pêk bînjin. Ger tu di warê fikirî, siyasî, dîplomatîk û eskerî de xwe çi qasî bi pêş bixî, tu yê ew qasî xwe nas bikî. Tu yê ew qasî gelê xwe nas bikî. Tu yê wê jinê ew qasî nas bikî. Jin bi her tiştê xwe rengîn e. Lewma bi taybetî divê jin di warê perwerdehiyê de xwe bi pêş bixe. Çi qasî bixwîne, dê ew qas xwe bi pêş bixe. Banga me ji bo hemû jina ye, li dor rêber Apo bibin xelek. Rêber Apo 22 sal in bi awayekî fizîkî girtî ye. Projeyên Rêberê Apo ji bo jinan e. Divê jinên cîhanê li dor YPJ û jinên kurd bibin xelek. YPJ'ê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê berxwedana jinê anî vê astê."    SIBÊ: Ji Rojhilata Navîn ber bi Asyaya Navîn: Tekane tirsa dîktatoran   MA / Arjîn Dîlek Oncel