Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir! 2021-11-17 12:10:07   MÊRDÎN - Zarokên ku piştî binçavkirina li navçeya Nisêbînê li qereqolê rastî tundiya polîsan hatin, diyar kirin ku li jêrzemînê li erdê hatine dirêjkirin, gelek caran bi tundî û gefên polîsan re rûbirû mane.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 14’ê mijdarê de di serdegirtina malan de ku ji aliyê tîmên taybet ve pêk hatin de deriyên malan hatin şikandin û 4 zarokên temenê wan di navbera 13 û 17’an de hatin binçavkirin. Ji zarokan M.A. Roja binçavkirinê F.E. Piştî rojekê ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan. Di 13'ê mijdarê de H.E.yê 13 salî û A.A. û Hakan E. yê 19 salî, tevî dozger daxwaza girtinê kir, bi şertê kontrola edlî ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin berdan.   Zarokên ku li midûriyeta polîsan bi tundiya polîsan re rûbirû man, li dozgeriyê û li dadgehê tundiya li wan hat kirin vegotin. Zarokan diyar kirin ku dê derbarê polîsan de li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê giliyê wan polîsên tundî li wan kiribûn, kirin.    BI PEHÎN Û KULMAN LÊ DANE    A.A yê 15 salî anî ziman ku piştî kontrola nexweşxaneyê û li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê rastî tundiya polîsan hatiye û li rûyê wî, li derdora çavên wî û li lingê wî birîn hene. A.A diyar kir ku bi hinceta îfadeya wî heye gazî wî kirine ku biçe midûriyeta polîsan û piştî çûyîna midûriyeta polîsan bi ser mala wan de hatiye girtin. A.A wiha got: “Li emniyetê em xistin odeyekê û li me xistin. Em heta sibê di odeyeke jêrzemînê de li erdê razan. Polîsan nifir li me kirin, wêne nîşanî me dan û xwestin em li ser hevalên xwe îfade bidin. Dema me diyar kir ku em nizanin polîsan bi pehîn û kulman li me xistin. Dibêje ku me torpil (cûreyek teqe) avêtiye navenda polîsan. Dema me diyar kir ku me torpîl neavêtiye polîsan dîsa tundî li me kir. Polîsan digotin, 'Em ê te bixin bin vê masê û heta sibê li te bixin'. Dema em birin dozgeriyê ji me re qala şîdetê kir. Piştî îfadeya me hat girtin em serbest hatin berdan."   PÊ LI PIŞTA WÎ ŞIKESTÎ KIRIN E    F.E yê 16 salî ku ji ber qezaya berê emeliyat bûbû û li pişta wî gelek platin hebûn jî anî ziman ku polîsan deriyên malên wan şikandine û ketine hundir. F.E., da zanîn ku polîsan li malê pê li pişta wî kirine û wiha got: “Polîsan sîleh xistin serê xwişka min a 6 salî. Ji diya min re jî gotine bila serê xwe xwar bike, raneke. Ji ber ku berê ketibûm pişta min şikestibû, min ji wan xwest ku pê li pişta min a şikestî nekin, lê guh nedan min.”    ‘MILÊ MIN LI DÎWAR DIXISTIN’    F.E. anî ziman ku li midûriyeta polîsan gelek navên din ji wî hatine pirsîn û got: “Bi destê min girtin û du-sê caran li dîwar xistin. 5-6 kes bûn. Polîsek ji rastê û yek jî ji çepê ve. Li bin çavên min û li lingên min xistin.”   BI JOPAN GEF DIXWARIN    Zarokê 13 salî H.E. jî diyar kir ku wî birine qata jêrzemînê û lêdan e û wiha got: “Polîsan serê min danî ser masê. Polîsan jopê li ser masê nîşanî min dan. Digotin ‘Ez bi vê çopê li te bixim an hevalê te?" Dema ji min pirsî "tu kê nas dikî?" min got ez kesî nas nakim, li min xistin. Dema hevalê me Hakan pirsa “tu çima lê didî” kir, li wî dan û serê wî şikandin. Paşê me dido dido xistin odeyan. Di dema îfadeyên me wergirtin de jî li me dan. Em giliyê polîsan dikin. Me li dadgehê jî qala tundiya polîsan kir. Her tim digotin, 'Li nêzî qereqolê bombe teqandiye, tu alîkariya PKK'ê dikî, tu terorîst î'."   MA / Ahmet Kanbal