KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan 2021-11-17 15:35:35   STENBOL - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê, ji bo siyasetmedar û sendîkavanên ku li Amedê hatibûn girtin daxuyanî da û daxwaz kir ku girtî bên berdan.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê, derbarê girtina 13 siyasetmedar û sendîkavanan de li avahiha Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmara 3 a Stenbolê ya li Mecîdiyekoyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Bikaranîna mafên me yên sendîkayî û demokratîk nikarin bên astengkirin" hat daleqandin. Di daxuyaniyê de Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Abûzer Aslan axivî û diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilatê di nav civakê de bersiv nagirin zext û tundiya xwe zêde kiriye.   Di berdewamê de Aslan, bertek nîşanî girtina siyasetmedar û sendîkavanan da û daxwaz kir ku bên berdan.