Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin 2021-11-17 18:49:50   STENBOL - Hevserokên HDP'î jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Her wiha polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê jî.    Ji kesên tevli mîtînga "Banga Ji Bo Demokrasiyê" ya HDP'ê bûn ku mîtîng di 7'ê Mijdarê de li Qada Şaredariya Berê ya Tekirdagê hatibû lidarxistin, 6 kes ai avêtina ser malan de hatin binçavkirin. Her wiha polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çekezkoyê jî. Hat hînbûn ku di dema avêtina ser avahiya partiyê de polîsan derdor belawela kiriye û dest danîne ser hin belgeyan. Hevserokê HDP'a Tekirdagê Cahît Dîrek û Hevserokê HDP'a Çerkezkoyê Kasim Guzel jî di nav de 6 kes li Fermandariya Cendirmeyan a Tekirdagê tên ragirtin.    Hat ragihandin ku di dema îfadeyê de ji her 6 kesan re hatiye gotin ku "Te propagandaya rêxistina terorê kiriye. Te gotiye Kurdistan û gelê kurd."   Tê payin ku her 6 kes sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.