Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin 2021-11-18 09:26:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku belgeyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên bi dest xistine ji saziyên navneteweyî re şandine û ji bo lêpirsîneke navneteweyî dest pê bike ketine nava hewldanan.  Operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe 7 meh in didomin. Di van operasyonên ku bi piştgirya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) didomin de, Tirkiyeyê heya niha gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê heta niha bi dehan endamên wan ji ber van çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl jî bandor ji wan girtina. Her wiha li hemberî bikaranîna çekên kimyewî hikûmeta Bexda û hikûmeta Hewlêrê û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî xwe li bêdengiyê danîne. Kurd û dostên wan li gelek deveran dadikevin qadan û vê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin.    Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, bêdengiya hêzên navneteweyî û helwesta Iraq û PDK'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    BELGE ŞANDIN JI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ RE   Hevseroka KNK'ê Mûrad, anî ziman ku ji bo ev yek li cihê cih bê lêkolînkirin tevdigerin û wiha axivî: "Me KNK ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê wan bi kar tîne, bang li hêzên navneteweyî kir. Li hemberî dewleta tirk a ku sucê şer dike, divê hêzên navneteweyî bêdeng nemînin û ji bo vê çi pêwîst be divê bikin. Her wiha me xwest ku li ser vê mijarê hin lêkolîn bên kirin. Di heman demê de nûnertiya KNK'ê ya Başûr di nav liv û tevgerê de ye. Me ew şandin tevahiya konsolosên welatên ewropî. Di heman demê de dosyeyeke lêkolînê hatiye amadekirin. Di vê lêkolînê de hin belge û agahî hene. Ev ji hemû saziyên navneteweyî û wezaretên derve yên welatên Ewropayê û dezgehên ragihandinê ên berpirsyar re hatine şandin. Lê mixabin heta niha bersiveke fermî nehatiye dayîn. Her wiha heta niha saziyên navdewletî di çapemeniya navneteweyî de jî li ser vê mijarê nesekinîne. Çendî bersiveke fermî nehatibe dayin jî, lê ji bo vê dostên kurdan weke parlementerên Ewropayê ketine nava hin liv û tevgeran. Mînak, em dikarin bibêjin ku parlementerên Ewropayê ku dostên kurdan e di parlementoyê de daxwaz kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lîjneyeke navneteweyî bê damezirandin û her wiha lêpirsineke navneteweyî bê destpêkirin. Em jî hewl didin ku komîsyoneke serbixwe ku nûnertiyên navneteweyî jî di nav de, bê avakirin û ev komîsyon biçe li wan deveran lêkolînan bike. Ji bo destpêkirina lêpirsîneke navneteweyî hin hewldanên me jî hene."   'ŞÎRÎKÊN VÎ SÛCÎ NE'    Mûrad, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir ku bi vê bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî.   Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dewletên ewropî û civaka navneeteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyeyê bêdeng mane. Ev ne tenê îro wiha ye, ji destpêka erişên dewleta Tirkiyeyê heta niha bêdeng in. Di roja me ya îro de jî bi heman hişmendiyê û ji bo berjewendiyan xwe bêdeng dikin. Heta ku di asta ragihandina navdewletî de jî girîngiya pêwîst nadin mijarê. Ev ne cara yekem e ku li hemberî gelê me dikevin nav vê kêmasiyê. Di dema borî de jî dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê çekên kimyewî bi kar anîn. Her wiha ev bi belgeyan aşkere bû. Weke mînak dema ku eriş birin ser Efrîn û Serêkaniyê bbi belgeyan aşkere bû ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê wê demê jî li hemberî dewleta tirk bertekek nehat nişandin. Vê bêdengiya hêzên navneteweyî cesaret da Tirkiyeyê ku careke din jî çekên qedexekirî bi kar bîne. Rastiyek heye NY heta dawiyê piştgiriyê dide dewleta tirk û desthilatdariya Erdogan. Di vê piştgiriyê de berjewendiyên wan hene. Di heman demê de Tirkiye jî di hin mijaran de gefan li welatên Ewropayê dixwe. Di dema berê de jî me dît ku çawa karta penaberan weke zextekê li ser Tirkiyeyê bi karanî. Bêdengiya van dewletan ew e ku çekan difiroşin Tirkiyeyê. Van dewletan ev çekên qedexekirî û kimyewî firotine Tirkiyeyê. Loma ew şirîkên vî sûcî ne. Firotina balafiran, çekên kimyewî sedemê bêdengiyê ye. Hêzên navdewletî hevkarê vî sûcî ne. "   'DI NAVBERA ERDOGAN Û KAZIMÎ DE TIFAQEK ÇÊBÛYE'    Mûrad, destnîşan kir ku Iraq bi helwesta xwe pêşî li ber Tirkiyeyê vedike û wiha domand: "Hikûmeta Iraqê Tirkiyeyê sûcdar nahesibîne. Çimkî di destpêka erişên Tirkiyeyê de heta niha tu helwest nîşan nedane. Hikûmeta Iraqê bêdengî hilbijartiye. Li gorî wan heger helwest nîşan bidin wê ji bo erişên Tirkiyeyê hincetan çêbikin. Bêdengiya wan dibe sedema binpêkirina serweriya axa Iraqê. Di heman demê de ev eriş ji hemû Iraqê re watedar e. Lê li hemberî Tirkiyeyê heta niha bertekên xwe nîşan nedane. Roj bi roj rewşa Iraqê aloztir dibe. Lê ev ne xema wan e. Tirkiye li Kurdistanê çi bike jî naxwazin bizanibin. Ji ber ku bi aloziya xwe re mijûl in. Ne xema wan e ku Tirkiye li ser axa Kurdistanê çi cînayet û sûcan dike. Ji destpêka erişên Tirkiyeyê heta niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî helwestek nişanî dewleta Tirkiyeyê neda. Wisa xuya dike ku tifaqek di navbera Erdogan û wezîrê Iraqê de çêbuye. Ev tifaq li ser hin berjewendiyan çêbuye. "   'AGAHIYÊN DI DEST ME DE VÊ YEKÊ PIŞTRAST DIKIN'   Mûrad, da zanîn ku di destê wan de di warê bikaranîna çekên kimyewî de delîl hene û got: "Dosyaya ku ji aliyê KNK'ê ve hatiye amadekirin û bi wekî name ji dewletên navneteweyî re hatine şandin, tê de daxwaza qedexekirina çekên kimyewî hatiye kirin. Me daxwaz kir ku ji bo lêkolînkirina vê lijneyek bê avakirin. Li gorî çavkaniyên herêmê û her wiha ew agahiyên ku ji aliyê tîma Aşitiyê Kristyan ve hatine bidestxistin, li gundan belge hatine komkirin. Her wiha Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê jî daxuyand ku dewleta tirk di nava 6 mehan de 132 caran bi çekên kimyewî erişî gerîla û sivîlan kiriye. Li van herêman ,bi taybetî li gundên minteqa Horirî hatine bikaranîn. Ev agahî ji aliya koma aşitiyê ya Kristyanm ve hatine piştrastkirin. Ev hemû belgeyên bikaranîna çekên kimyewî ne. Her wiha ji aliyê KCK'ê ve jî daxuyanî hat dayin ku heger lijneya lêkolînê biçe herêmê, ew amade ne ji bo alikariyê. Ev jî dide xuyakirin ku belge di destê wan de ne. Mirov dikare van belgeyan hemûyan peşkeşî dewletên navneteweyî bike. "   'BI ÇALAKIYAN DIKARIN BÊDENGIYÊ BIŞKÎNIN'    Zeyneb Mûrad, destnîşan kir ku ew bi çalakiyan dikarin vê bêdengiyê bişikînin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kurdên li Ewropayê û dostê wan ev demeke dirêj e li ser pêyan e. Daxwaz dikin ku hêzên navneteweyî li hemberî vî sûcê şer bisekinin. Ev jî nîşan dide ku em dikarin dawiyê li vê faşîzmê bînin. Ev jî wê bi rêya berdewamkirina van çalakiyan çêbibe. Divê em bi tekoşîna xwe bêdengiya hêzên navdewletî bişikînin. Banga me ji hemû welatparezan û ciwan û jinan re heye ku bi çalakiyên xwe raya giştî ji vê rewşê agahdar bikin. Di heman demê de daxwaziya me ji dewleta Iraqê û Herêma Kurdistana Federe re heye ku bi cidî nêzî vê mijarê bibin û rê nedin dewleta Tirkiyeyê. Roj bi roj mafên gelê me tên binpêkirin û axa Kurdistanê tê talankirin divê em vê yekê bi berxwedana xwe teşhîr bikin. Divê her kes xwedî helwest be û erka xwe ya neteweyî pêk bîne. "   MA / Zeynep Dûrgût