Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan 2021-11-18 10:14:46   AMED - Malbata Karaaslan, diyar kir ku ewlehiya canê wan tune ye û serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê da.    Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û ji ber kuştina 2 kesan û hewldana kuştina 8 kesan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan ku ew jî mîna wî cerdevan e hatibûn derketin. Lê beriya çend rojan derketibû holê ku sercerdevan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan hatine berdan. Hat angaştkirin ku her du jî bi navbeynkariya rêveberên MHP'a Amedê bi 10 hezar TL'yî hatine berdan.    'EWLEHIYA CANÊ ME TUNE YE'   Ji ber vê berdana Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan, zarokên Hamdiye Şik û xizmên wê serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Zarokên Şik Sertaç, Ceylan, Mehmet û hevjîna wîBahar Karaaslan, 4 serlêdanên cuda li CÎMER'ê kirin. Ferdên malbatê, bertek nîşanî berdana sercerdevan Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan dan. Ferdên malbatê, gotin ku her du bi qasî 50 metreyan dûrî mala wan in û bi tu awayî ewlehiya canê wan tune ye û daxwaz kirin ku careke din bên girtin û ceza li wan bê birîn.    WÊ LI BER EDLIYEYÊ ÇALAKÎ LI DAR BIXIN   Tê payîn ku îro ferdên malbatê bên ber Edliyeya Amedê û ji bo bihîstina dengê xwe çalakî li dar bixin.    MA / Omer Çelîk