Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e 2021-11-18 12:12:37   RIHA - Malbata Şenyaşar, ji Serdozgerê Komarê yê Rihayê re wiha got: “Peywîra te ne ewe ku komkujiya parlementer û malbata wî kiriye bipeçinî û bibî hevkarê sûc.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 255’emîn de didome. Malbat di saetên serê sibê de ji malbata xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin pêş avahiya edliyeyê.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesaba Serdozgerê Komarê yê Rihayê etîket kir û ev peyam parve kir: “Serdozgerê Rihayê @yenicerionder peywîra te ne ewe ku komkujiya parlementer û malbata wî kiriye bipeçinî û bibî hevkarê sûc. Kurteberiya rewşa ku welat di tê de ye: Tabelaya edliyeyê, dayikên ku aştiyê dixwazin û tîmên taybet.”